*ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2021'Ê

  • 09:00 16 Nîsan 2021
  • Rojev
* Endama MED-DER'ê Mîne Karakaş bal kişand ser înkarkirina ziman û kampanyaya ziman û got: "Li dijî înkarkirina ziman divê jiyana rojane bibe kurdî. Her wiha li dijî polîtîkayên bişaftinê jî divê her kes xwedî li kampanyayê derkeve." BI DÎMEN 
 
*Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan li girtîgeha tê girtin ji bo girtiyên jin ên Fîlîstînê name şand û got: “Girtiyên kurd û fîlîstînî li dijî osmanî û siyonîzmê têkoşîn kirin û ji bo gelên Rojhilata Navîn pêşengiyê dikin.”
 
*Di dusedsalên dawî de terza hilberîna kapîtalîst li ser xwezayê bandorek hilweşînker dike û ji Ewropa û Bakurê Emerîqayê dest pê dike û ji wir li hemû cîhanê belav dibe. Hewldanên ji bo têkbirina kapîtalîzmê jî mixabin bi wekhevî, demokrasiyê encam nebû. Rusya derbasî kapîtalîzma mafyayê bû, Çîn jî derbasî aboriya bazara navendî ya dewletan bû. Vê jî nîşan da ku baweriya bi rejîmên ku xwe dispêrên malên taybet ji baweriyeke vala wêdetir nîne. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ