Ji HDP’ê ‘Hevdîtinên Ekolojiyê’

  • 15:16 15 Nîsan 2021
  • Rojane
 
MÊRSÎN - “Hevdîtinên Ekolojiyê” ya HDP'ê li navçeya Mezîtlî ya Mêrsinê didome. 
 
“Hevdîtinên Ekolojiyê” yên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê li qadên ku talankirina ekolojik lê pêk tê, di roja sêyemîn de berdewam kir. Şandeya ku ji Parlementerê HDP’ê yê Mêrsînê Ridvan Tûran, Hevseroka HDP’ê ya bajêr Gulbahar Şofer, Komîsyona Ekolojiyê û rêveberên HDP’ê pêk tê di çarçoveya hevdîtinên xwe de seredana taxa Kalekoy a girêdayî navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê kir. 
 
Şêniyên taxa Kalekoy ên şandeyê guhdariya wan kir, bertek nîşanî tesîsa senayiyê ya tê xwestin li ser zeviyên çandiyê yên heremê bê avakirin, dan. Parlamenter Ridvan Tûran jî destnîşan kir ku dê mijar bibin meclîsê û got: "Em dixwazin ku li ser vê axê li şûna betonê bila darên porteqal û lîmonan şîn bibin."