Dersîm Dag: Ciwan di hedefa polîtîkayên ‘şerê taybet’ de ne

  • 14:23 15 Nîsan 2021
  • Rojane
STENBOL - Meclîsa Ciwanan a HDP’ê rapora binpêkirinên mafan a sala 2020’an eşkere kir û bal kişan ser “şerê taybet” ê Tirkiyeyê li dijî ciwanan.
 
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), rapora binpêkirinên mafan a sala 2020’an ku binçavkirin, girtin, revandin û lêferzkirinên sîxûriyê têde cih digirin li avahiya Rêxistina HDP’a Stenbolê bi civînek çapemeniyê eşkere kir. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag û endamên Meclîsa Ciwanan beşdarî civînê bûn.
 
Dersîm Dag rapor eşkere kir û bal kişand ser rewşa perwerdehiyê ya ciwanên bêkar a sala 2020’an û got ciwanên bêkar ên ji dibistana seretayî mezûn rêjeya wan ji sedî 15,6 e, ciwanên bêkar ên ji hîndekariya navîn mezûn jî rêjeya wan ji sedî 18,9 e û ciwanên bêkar ên ji hîndekariya bilind mezûn jî rêjeya wan ji sedî 20,5 e.  
 
Dersîm da zanîn ku li Tirkiyê hejmara xwendekarên kredî wergirtine gihîştiye milyonek û 200 hezar kesî û hejmara xwendekarên di sala 2020’an de kredî wergirtine û nikaribûne razînin jî gihîştiye 5 milyonan.
 
3 hezar û 952 întîhar
 
Dersim bal kişand ser întîharên ciwanan jî û destnîşan kir ku di navbera salên 2015-2019’an de jî ciwanên temenê wan di navbera 15-24’an de bûne 3 hezar û 952 kes întîhar kirine. Dersîm got ev ciwan ji ber polîtîkayên hikumetê yên bêkarî û bêsiberojê întîhar dikin û hikumet bi van polîtîkayên ku dişopîne welat ber bi tariyê ve dibe.
 
 Dersîm destnîşan kir ku di serdema AKP’ê de 20 AKP’yî wek rektor tayînî zanîngehan hatine kirin û got: “Pêvajoya bêhiqûqî ya tayînkirina qeyûmên li ser erdnîgariya Kurdistanê niha li tevahiya Tirkiyê belav bûye. Pergala qeyûman bûye pergala mexdûrkirina civakê. Bi tayînkirina qeyûman re gelek sazî û dezgehên ciwanan ên wek navendên çandê hatin girtin. Piştre van navendan pêşkêşî weqf û cemaetên nêzî AKP’ê kirine. Xebat û projeyên ciwanan nîvco hatin hiştin.”
 
‘Şerê taybet’
 
Dersîm anî ziman ku li Tirkiyê hejmara kesên di jiyana xwe de herî kêm carek, car carnan tiryak bi kar anîn û muptelayê tiryakê ne jî li derdora 6-7 milyona ne. Dersim Dag anî ziman ku ev yek bi taybetî parçeyek polîtîkaya şerê taybet e.
 
Dersîm bal kişand ser polîtîkayên êrişên li ser jinan ku di sala 2020’an de qewimîne jî û got 284 jin ji aliyê zilaman ve hatine qetilkirin. Dersîm got 265 zarok bi îstîsmarkirinê re rûbirû  mane û 26 zarok hatine kuştin. Dersîm diyar kir ku 255 jin bi awayên gumanbar hatine kuştin û 96 jin bi destidirêjiyê re jî rûbirû mane, 147 jin bi tacîzê re rûbirû mane û 792 jin jî bi tundiyê re rûbirû mane. Dersîm got di serdema îqtidara AKP’ê de kuştinên jinan bi awayek birêkûpêk zêde bûye û kiryar ango kujer ji aliyê dewletê û alîgirên îqtidarê ve hatine parastin.