Hevseroka HDP'ê Hulya Alokmen hat girtin

  • 14:14 15 Nîsan 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Hevseroka HDP'ê Hulya Alokmen a ku duh li Mêrdînê hatibû binçavkirin, piştî ku îro derxistin dadgehê hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.
 
Ji ber xebatên wê yên sendîkayî yên sala 2012'an ku Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Amedê dikir û delegebûna wê ya Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), beriya niha doz li Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen Ûyanik hatibû vekirin. Danişîna doza Hulya li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di danişîna ku Hulya tevlî nebûyî de parêzerê wê Şeyhmûs Bayhan amade bû. 
 
Dozger, mutaalaya xwe ya di danişîna beriya niha de pêşkeşî dadgehê kiri bû, dubare kir. Parêzerê Hulya, Bayhan derbarê esasê de parastin kir û diyar kir ku delîlên di dosyayê de ji bo sûcdariya ‘endamtiya rêxistinê’ nabin delîl. Şeyhmûs, anî ziman ku çalakiyên ku kirine mijara sûc hemû di çarçoveya xebatên sendîkayî de ne û daxwaza beraeta muwekîla xwe kir. 
 
Şandeya dadgehê ji “endamtiya rêxistinê” li Hulyayê 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî û derbarê Hulyayê de biryara girtinê da. Piştî biryar hat dayin şûnde Hulyayê di dema serdana malbatan a Stewrê de ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. 
 
Îro jî Hulya anîn dadgeha Mêrdînê û li vir bi riya SEGBISE beşdarî dirûşma ku li dadgeha giran a 9'emîn ya Amedê hat dîtin bû. Hevseroka giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevserokên DBP'ê û HDP'ê yên Mêrdînê, Hevserokê HDP'ê yê Amedê beşdarî dirûşmê bûn. Piştî ku biryar ji Hulya Alokmen re hat xwendin ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.