Bedîa Culha ya ku ev 7 roj in winda bû hat dîtin

  • 13:25 15 Nîsan 2021
  • Rojane
 
EDENE - Bedîa Culha ya ku di 8'ê nîsanê vir de winda bû hat dîtin. Hat zanîn ku tenduristîya Bedîayê baş e.
 
Li navçeya Seyhanê ya Edeneyê di 8'ê nîsanê de Bedîa Culha (21) piştî ku ji mala xwe derket û vir de agahî jê nehatibû girtin, hat dîtin. Hat zanîn ku ji aliyê Mudurîyeta Polîsan a Edenêyê îfadeya Bedîayê hat girtin, nehat zanîn ku Bediayê ji ber sedema çi winda bû. Hat diyarkirin ku tenduristîya Bediayê baş e.
 
Parlamentera  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê Tulay Hatîmogullarî, di meclîsê de, bi awayê pirsnamêyeke bûyer ani ziman û xwest ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu bersiva pirsnameyê bide.