7 cenaze li nexweşxaneya dewletê tên ragirtin

  • 12:56 15 Nîsan 2021
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Ji 8 cenazeyên HPG'yî ku li Herêma Bestayê jiyana xwe ji dest dabûn û 7 cenaze hêj li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên ragirtin. 
 
Di pevçûneke ku li Herêma Bestayê ya di navbera Sêrt û Şirnexê de derketibû 8 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyê şervanên jiyana xwe ji dest dan ji 11'ê Nîsanê de li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên girtin. Malbat ji bo ku cenazeyên zarokên xwe bigirin mînaka xwînê dan. 
 
Çend roj beriya niha malbata Zeynep Dayan cenazeyê xwe girtibû li Sêrtê definkiribûn. Lê 7 cenaze hêj li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên ragirtin.