Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar 38 roj in didome
- 12:55 15 Nîsan 2021
- Rojane
RIHA - Nobeta edaletê ya malbata Şenyaşar 38 roj in li ber Edliyeya Rihayê didome.
Çalakiya nobetê ya bi daxwaza “Edaletê” ya Emîne Şenyşar û kurê wê Ferît Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 38’emîn de, dewam kir.
Emîne û Ferît dowîzên ku dîmen û girtekên komkujiyê li ser bûn hildan û ji kesên ketin edliyeyê tiştên hatin jiyîn vegotin.