Jinan ji bo Hulya Alokmen daxuyanî dan

  • 11:31 15 Nîsan 2021
  • Rojane
ENQERE - Rêxistinên jinan ên bertek nîşanî binçavkirina Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen dan wiha gotin:"Bila îktidara dijminê mêr e baş bizanibe ku ew ê têkoşîna jinê bidome. Ew ê têkoşîna mafdar a jinan we biqedîne. Ew ê îktidara we hilweşe."
 
Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hulya Alokmen û Zeyat Ceylan di 23'yê Adarê de ji doza jê hatibûn girtin hatin tehliyekirin. Do biryara rûniştina doza Hulyayê ya bi hinceta çalakiyên beşdar bûne û bi îdiaya  "endamtiya rêxistinê" hatibû destpêkirin hat dîtin. 
 
Ji ber xebatên wê yên sendîkayî yên sala 2012'an ku Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Amedê dikir û delegebûna wê ya Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), beriya niha doz li Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen Ûyanik hatibû vekirin. Danişîna doza Hulya li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di danişîna ku Hulya tevlî nebûyî de parêzerê wê Şeyhmûs Bayhan amade bû. 
 
Dozger, mutaalaya xwe ya di danişîna beriya niha de pêşkeşî dadgehê kiri bû, dubare kir. Parêzerê Hulya, Bayhan derbarê esasê de parastin kir û diyar kir ku delîlên di dosyayê de ji bo sûcdariya ‘endamtiya rêxistinê’ nabin delîl. Şeyhmûs, anî ziman ku çalakiyên ku kirine mijara sûc hemû di çarçoveya xebatên sendîkayî de ne û daxwaza beraeta muwekîla xwe kir. 
 
Şandeya dadgehê ji “endamtiya rêxistinê” li Hulyayê 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî û derbarê Hulyayê de biryara girtinê da.
 
Li dijî binçavkirina Hulyayê 9 rêxistinên jinan daxuyaniya hevpar parve kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin her roj êrişên tifaqa AKP-MHP'ê her roj zêde dibin û hat ragihandin Hulyaya dev ji têkoşîna xwe berneda careke din hedef hat girtin.  
 
He wiha di daxuyaniyê de hat gotin polîtîkayên tolhildanê yên li dijî têkoşîna jina kurd di meriyetê de ye û ew ê jinên kurd dev ji têkoşîna xwe bernedin. 
 
Di daxuyaniyê de jinan gotin:"Bila îktidara dijminê mêr e baş bizanibe ku ew ê têkoşîna jinê bidome. Ew ê têkoşîna mafdar a jinan we biqedîne. Ew ê îktidara we hilweşe."
 
Kesên îmzeyan wan li binê daxuyaniya hevpar hene wiha ne:Meclîsa Jinê ya HDP'ê, Meclîsên Jinê ya Kongreya Demokratîk a Gelan, Komîsyona Jinê ya Partiya Herêmên Demokratîk, Meclîsa Jinê ya Kongreya Civaka Demokratîk, Rizgariya Jinê, Endamên Platfoma Piştevaniya Sosyalîst, Meclîsên Jinên Sosyalîst, Meclîsa Jinê ya Partiya Avakirina Ji Nû Ve ya Sosyalîst, Jinên Yeşil Solê.