Mêrê êrişa zayendî li zaroka xwe kir hat girtin
- 10:41 15 Nîsan 2021
- Rojane
MÊRDÎN - Li Qoserê mêrê bi navê R.O. êrişa zayendî li zaroka xwe ya 5 salî kiribû. R.O yê li ser giliya diya xwe hate binçavkirin hate girtin.
Li Navçeya Qoserê ya Mêrdînê mêrê bi navê R.O. êrişa zayendî li zaroka xwe ya 5 salî kir. Dapîra zaroka bi êrişa zayendî rû bi rû ma dema dibe şahidê bûyerê bertekê nîşan dide û li ser vê yekê R.O. êrişî wê dike. Dapîra zaroka bi êrişa zayendî rû bi rû ma R.O. gilî kiribû û li ser vê yekê R.O. ê êrişa zayendî li zaroka xwe kir hatibû binçavkirin. Piştî îfadeyê R.O. hate girtin.