Li Mexmûrê koma 60'emîn greva birçîbûnê dewr girt

  • 10:06 15 Nîsan 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, îro koma 60’emîn çalakî dewr girt û çalakî di roja 119’an de berdewam dike.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê hatibû destpêkirin berdewam dike. Ji bo tevlîbûna pêvajoyê li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclisa Îştar li saziya Malbatên Şehîdan çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Îro çalakî ji hêla koma 60'emîn ve hat dewr girtin. Çalakî 119 roj in didome. 
 
Koma 60’emîn ji aliyê  rojnamegeran ve dewrê Komiteye Jinelojî û mamostayên jin hat kirin. Beriya mêrasima dewir girtine were destpêkirin, hersê hemwelatiyên jin ên wargeha Mexmûrê ya ku di 15’ê Nisana 2020’î de ji aliyê balafirên şêr en  dewleta tirk ve hatibûn qetilkirin hatin biranin. 
 
Li ser navê koma 59’emin Jiyan Piranî axivî û got: "Em destpekê de hersê hemwelatiyên xwe yên jin yên par ji aliyê balafirên dewleta tirk ve hatin qetilkirin bibir tinin. Ger em dengê dernexin berxwedana xwe bilind nekin em ê bi qirkirin û tunekirine re rûbirû bimînin. Ew berxwedana 40 salan ya bi saya Rêber Apo û şehîdan em gihandin mertebeyekî, edî herkes hesaba Gelê Kurd dike. 
 
Ji bo em xwedî li ve dozê û şoreşê derkevin, pêwiste em wekî Gelê Kurd dest bidin destê hev û yekitiya xwe xort bikin. Ji bo em seroktî azad bikin berxwedan û têkoşina xwe bilind bikin û serokatiya xwe azad bikin. Em di kesayeta Rêber Apo de tevahî girtiyên azadiyê slav dikin û serkeftine dixwazin."
 
Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên "Bê serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" û "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.