Li Farqînê mirina bi guman a zarokekê

  • 09:13 15 Nîsan 2021
  • Rojane
AMED - Li navceya Farqînê Ronayî Çerkezoglu ya 17 salî bi şiklekî bi guman mir.
 
Li taxa Yeşerdî ya navçeya Farqînê  ya Amedê Ronayî Çerkezoğlu ya 17 salî, bi çekê bi awayekî bi guman birindar bû. Xizmên Ronayiyê ew birindar dîtin û agahî dan tîmên tenduristîyê.  Piştî agahiyê tîmên tenduristîyê hatin cihê bûyerê û Ronayî rakirin nexwêşxaneyê.  Hat zanîn ku Ronayîyê li nexwêşxaneyê jiyana xwe ji dest da û li ser bûyerê lêpirsin hat destpêkirin.