Hem lêgerîna tazî lê kirin û hem jî hevdîtin lê qedexe kirin

  • 09:09 15 Nîsan 2021
  • Rojane
ŞIRNEX - Melahat Fîdan a ku di 22'ê Adarê de çûbû serdana lawê xwe Osman Fîdan lêgerîna tazî lê hatibû kirin. Melehata ku bertek nîşanî lêgerîna tazî da bi hinceta "pergal û ewlehiya girtîgehê xira dike"  mehekê cezayê qedexeya hevdîtinê lê hatiye birîn. Melahata bertek nîşan da got, " Hem lêgerîna tazî li min kirin û hem jî hevdîtin li min qedexe kirin." 
 
Dayika Osman Fîdan ê ku 14 sal û 6 meh ceza lê hatiye birîn û 6 sal in di Girtîgeha Girtî ya Tîpa T'ya Şirnexê de girtî ye, Melahat Fîdan(55) ku di 22'ê Adarê de çû serdana lawê xwe hat diyarkirin ku lêgerîna tazî lê hatiye kirin. Hat diyarkirin ku di derbarê Melahat de bi îdîaya "pergal û ewlehiya girtîgehê xira kiriye"  ji aliyê rêvebiriya girtîgehê cezayê "qedexeya hevdîtinê yê mehek" hatiye dayîn. Melahat ku di 12'ê Nîsanê de çûye hevdîtina lawê xwe û destûr nehatiye dayîn ku bi lawê xwe re hevdîtinê bike.  Melahat li dijî van pêkanînên dijmirovî nerazîbûn nîşan da.
 
'Min xwe parast lê wan ceza birî'
 
Melahat diyar kir ku ji ber xwe parastiye ceza lê hatiye birîn û got, "Dema ez çûm girtîgehê ji aliyê gardiyanên jin ve lêgerîna tazî li min kirin. Lê min jî xwe parast. Li ser vê yekê derbarê min de cezayê qedexeya hevdîtinê ya mehekê hatiye dayîn. Her wiha ji min re hat gotin ku ev qedexe di be heta salekê jî bê dirêjkirin. Ji min re gotin ji ber ku li dijî wan derketime ev ceza hatiye dayîn. Min xwe parast û ceza li min birîn. Destûrê nedan ez bikevim girtîgehê. Heta hevdîtin qediya ez li ber deriyê girtîgehê sekinîm."
 
'Bi tenê mafê min ê hevdîtinê hebû ew jî ji dest min gitin'
 
Melihatê, bertek nîşanê biryara ku hatiye dayîn da û wiha domand: "Bi van qedexe û astengiyan dixwazin pêşiya me bigirin. Hem li ser me û hem jî li ser girtiyan zext û zordarî tên kirin. Çi vî tiştî li me dikin. Bi awayek kêyfî wisa tev digerin. Zarokên me ji xwe di girtîgehê de ne û nexweşin û em di fikara wan de ne. Kurê min dibêje zext û zordariya li wan tê kirin gelek zêde bûye. Em dixwazin ev gef û zext bi dawî bibin. Bi van cezayan dixwazin pêşiya me malbatan bigirin. Li şûna ku kesê lêgerîna tazî li min kir bê cezakirin, em tên cezakirin. Ez vî cezayê qebûl nakim. Ev bêhiqûqî û bêedaletî ye. Bila vî cezayê rabikin. Bi tenê mafê min ê hevdîtinê hebû, ew jî ji destên min girtin. Bi her awayî me asteng dikin."