‘Parastina me ya cewherî rêxistinbûn, yekitî û piştevaniya me ye’

  • 09:06 15 Nîsan 2021
  • Rojane
Gulîstan Azak
 
AMED - Ji Komeleya Jinan a Rosayê ya Amedê Gozde Engîn diyar kir ku bi biryara feshkirina Peymana Stenbolê re gotina ‘kuştinên jinan polîtîk in’ carek din gihiştiye rastiya xwe û wiha got: “Divê ji bo Peymana Stenbolê piştevanî bê mezinkirin û têkoşîn bê mezinkirin. Ji ber ku parastina me ya cewherî herî mezin, rêxistinbûn, yekîtî û piştevaniya me ye.”
 
Di çalakiyên jinan de dirûşma ‘kuştinên jinan polîtîk in’ her tim tê berzkirin û bi biryara vekişîna Peymana Stenbolê re ev carek din derketiye holê. Jinên her roj li qadan hêrsa xwe tînin ziman, li dijî êrîşên li hemberê maf û destkeftiyên wan, çalakiyên bê navber didomînin.
 
Ji Komeleya Jinan a Rosayê ya Amedê Gozde Engîn, der barê biryara vekişîna Peymana Stenbolê de nirxandin kir.
 
‘Xespa fonksiyonê ye’
 
Gozde Engîn diyar kir ku bi biryara feshkirina Peymana Stenbolê re gotina ‘kuştinên jinan polîtîk in’ carek din gihiştiye rastiya xwe û daxuyakirin ku biryara feshkirinê di alî hiqûqî de ‘ne derbasdar e’. Gozdeyê wiha got: “Bi biryarnameya serokomar ji Peymana Stenbolê vekişîn di alî hiqûqê de ne pêkan e. Ji ber di vir de xespreke fonksiyonê heye. Ger faliyetek qanûnî ji aliyê kesekî ve weke ku rayeya wî ye bê rakirin, ev xespa fonksiyonê ye. Bi xespsa fonksiyonê tiştên tên kirin, di hiqûqê de cihê wê tune ye. Ji ber vê jî Peymana Stenbolê hîna cihê xwe diparêze.”
 
‘Em ê kolan bi kolan, qad bi qad têkoşînê bidomînin’
 
Gozdeyê di berdewamiyê de wiha vegot: “Bi vekişîna ji Peymana Stenbolê dixwazin vê jinan re bêjin ‘em ê qetilkirina we bidomînin, em ê şîdeta sîstemîk bidomînin’. Li dijî vê jin jî bi israr dibêjin ‘Me berxwedana Peymana Stenbolê bi berxwedana xwe qezenc kir. Em dest ji têkoşînê bernadin. Em ê kolan bi kolan, qad bi qad têkoşîna xwe bidomînin. Li ser navê mafên sereke yên jinan aşkere ye ku muxalefetek mezin heye. Peymana Stenbolê ji bo jinan xeta mor e. Ji ber vê em jin dest ji xeta xwe bernadin. Li seranserê welat jin çalakiyên xwe li dijî feshkirina peymanê didomînin. Heta şûnde gav neyê avêtin wê ev çalakî jî bi dawî nebin.”
 
‘Parastina me ya cewherî ya herî mezin, piştevanî û yekîtiya me ye’
 
Gozdeyê di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir û wiha pê de çû: “Divê em ji bo Peymana Stenbolê ku bi ked û têkoşîneke mezin a jinan ket meriyetê, piştevaniya xwe mezin bikin, têkoşîna xwe mezin bikin. Ji ber ku parastina me ya cewherî, rêxistinbûn, yekitî û piştevanî ye. Li malê, dibistanê, edliyeyê, li her derê divê em Peymana Stenbolê bînin rojevê û tora têkoşînê mezin bikin.”