Li Qoserê mêrekî êrişa zayendî li zaroka xwe kir
- 08:39 15 Nîsan 2021
- Rojane
MÊRDÎN - Li Qoserê mêrê bi navê R.O. êrişa zayendî li zaroka xwe ya 5 salî kir. Bapîra zarokan a dibe şahidê bûyerê R.O. gilî qereqolê dike.
Li Navçeya Qoserê ya Mêrdînê mêrê bi navê R.O. êrişa zayendî li zaroka xwe ya 5 salî kir. Dapîra zaroka hat îstismarkirin dema dibe şahidê bûyerê bertekê nîşan dide û li ser vê yekê R.O. êrişî wê dike. Dapîra zaroka hat îstismarkirin R.O. gilî dike û li ser vê yekê R.O. ê êrişa zayendî li zaroka xwe kir hat binçavkirin.
Li gorî agahiyên me bi dest xist diya zarokan çend sal berê terka malê kiriye û R.O. li zarokên xwe dinêrî.