Li Mêrdînê Çarşema Sor hat pîrozkirin

  • 16:03 14 Nîsan 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Li Gundê Bacineyê yê girêdayî Mîdyadê ye cejna Çarşema Sor hate pîrozkirin. 
 
Cejna Çarşema Sor li gundê Bacineya girêdayî navçeya Mîdyatê ye û ji ber gefan hatiye valakirin, hat pîroz kirin. Gelek Êzidiyên ku koçî welatên Ewropayê kiribûn ji bo pîrozbahiyê hatin Bacineyê. Her wiha rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mîdyadê jî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Êzidiyan şêranî belav kirin û xwarin hat xwarin. Ji ber jendermeyên ku hatine gund destûra govendê nehat dayîn.
 
Cejna Çarşema Sor ji bo Êzidiyan cejna herî naskirî ye. Her sal di yekemîn Çarşema meha Nîsanê ya li gorî salnameya kevin tê pîrozkirin. Li gorî baweriya Êzidiyan Xwedê her sal melekekê rê dike rûyê erdê, ji bo ku nebaşiya li nav mirovan ji holê rake û başî û xweşiyê di nav mirovan de belev bike.
 
Cejna Çarşema Sor di nav civaka Êzidiyan de cejna herî mezin e. Ev cejin her sal di meha Nîsanê de tê pîrozkirin. Li gorî ola Êzidiyan di meha Nîsanê de cîhab hatiye avakirin, di cejnê de civaka Êzidî hêka dikelinin û rengo rengo dikin, ew hêk jî temsîla nûavakirina gerdûnê dikin. Li gorî baweriya Êzidiyan di meha Nîsanê de nabe kes bizewice, ev jî rêzgirtin a ji meha Nîsanê re ye.