Jinên li Îzmîrê hatin binçavkirin, hatin berdan
- 15:40 14 Nîsan 2021
- Rojane
ÎZMÎR - Jinên li Îzmîrê dema feshkirina Peymana Stenbolê şermezar dikirin hatin binçavkirin serbest hatin berdan.
Jinên endamên Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM) û Jina Ciwan Azad (OGK) li Îzmîrê dema feshkirina Peymana Stenbolê şermezar dikirin hatin binçavkirin. Jinên hatin binçavkirin li Edliya Bayrakliyê derxistin pêşberî dozger.
Jinên bi navê Gul Gok, Meryem Yildirim, Gungur Didar Gul û Îrem Nur Çelikbaş ên bi îdiayên "Mukavemeta polîs","Zirara li malê cemaweriyê" dihatin darizandin bi tedbîra kontrola edlî serbest hatin berdan.