118 roj in li Mexmûrê greva birçîbûnê berdewam dike

  • 14:36 14 Nîsan 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê hatiye destpêkirin, bi koma 59’emîn di roja 118’an de dewam dike.  Di koma 59’emîn de rojnameger cih girtin û gotin: "Dê heta dawiyê şopdarê heqîqetê bin û xwedî li rêbertiya xwe derkevin." 
 
Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 59’emîn di roja 118’an berdewam dike. Her wiha di koma 59’emîn de rojnameger cih girtin.
 
Rojnamegerên ku cih girtin derbarê çalakiyê de ji ajansa me re axivîn. Nûcegihana JINTV'yê Mizgîn Orhan berxwedana girtiyên zîndanan silav kir û got: “Em destpekê de wekî endama çapemeniya azad di serî de hemû hevalên ku bedena ji bo azadiya gelê Kurdistanê û ji bo azadiya Rêber Apo ya fizikî dane birçibûne silav dikim û di têkoşina van de serkeftinê dixwazim. 
 
Pengava ‘Dem dema azadiyê ye’ ku hatiye destpêkirin li her derê cîhanê belav bûye. Minaka wê ya herî şenbêr ji berxwedana gerîlayan ya Garê dikarê bine ziman. Bi vî re giredayî çalakiyên greva birçibûne ku li zindanan hatî destpêkirin ev nêzî 4 meh in li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ji didome. Ji bo azadiya Rêber Apo pewiste em erka xwe pêk bînin. Ez bang li tevahî endamên çapameniya azad dikim ku li kijan qadê dibin bila bibin tevlî her cûreyên çalakiyan bibin."
 
Nucegihana ROJNEWS’ê Jiyan Piranî jî tevlî greva birçîbûnê bûye û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Em ji wekî endamên çapameniya Wargeha Mexmûrê di koma 59’emîn de tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo bûn û em ji dixwazin bibin parçeyêk wê berxwedanê û erka dikeve ser milê me pêk bînin. 
 
Em wek rojnamegerên kurd heta dawiyê şopdarê rêya heqîqetê û xwedî li rêbertiya xwe derkevin. Ez berxwedana zîndanan silav dikim û serkeftinê dixwazim.”