Li dijî tecrîdê li Amedê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin

  • 14:00 14 Nîsan 2021
  • Rojane
 
AMED - HDP û rêxistinên civaka sîvîl, bi armanca balê bikişînin ser tecrîd û çalakiya greva birçîbûnê, li Parka Koşûyolû çalakiya rûniştinê li dar xistin. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê û rêxistinên civaka sivîl, bi armanca balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê ya 139 rojin li girtîgehan li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah dewam dike, li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşûyolû ya Navçeya Rezan a Amedê daxuyanî dan çapmeniyê û çalakiya rûniştinê li dar xistin.  
 
Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyat Ceylan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên bajêr û navçeyan ên HDP’ê, endam û rêveberên TUAY-DER’ê û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Polîsan berî daxuyaniyê, Bîrdariya Mafên Mirovan dorpêç kirin. Gelek maşîneyên zirxî, wesayîtên binçavkirinê û polîs li derdora parkê hatin bicihkirin. Ketin û derketina parkê hat qedexekirin. Berî daxuyaniyê Kontrola Agahiya Giştî (GBT) hat kirin. Kesên ku tevli daxuyaniyê bûn hatin dorpêçkirin.
 
Kesên ku hatin dorpêçkirin çalakiya rûniştinê li dar xisitn û girse piştî çalakiya rûniştinê bi dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" ji qadê veqetiya.