Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar 37 roj in didome

  • 13:24 14 Nîsan 2021
  • Rojane
 
RIHA - Nobeta edelatê ya malbat Şenyaşar 37 roj in li ber Edliya Riyê didome. Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê û nûnerên Rêxistina BDP'ê ya Dîlokê hatin serdana malbatê.
 
Çalakiya nobetê ya bi daxwaza “Edaletê” ya Emîne Şenyşar û kurê wê Ferît Şenyaşar a li ber Edliyê Rihayê di roja 37’emîn de, dewam kir. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferîd Şenyaşar duh li ber edliyê fitara xwe kirin. 
 
Malbata Şenyaşar a ku îro jî di saetên serê sibe de hat ber edliyê, ligel hewa gerim bû jî, li ber bariyerên sî tunebû nobeta xwe dewam kir. Malbatê, bi kaxizên li ser “Edalet” nivîsandibûn, bal kişand ser komkujiyê.
 
Li aliyê din jî serdanên piştgiriyê yên ji bo Malbata Şenyaşar dewam dikin. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Dîlokê Mahmût Togrûl, rêxistina HDP’ê ya Dîlokê û nûnerên Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Dîlokê îro Malbata Şenyaşar ziyaret kirin.
  
Emîn Şenyaşar, diyar kir ku ew bi rojiye re lê ligel vê jî nekariya di malê de rûne û wiha got: “Ez neçarim li vê derê rûnem. Em di meha Remezanê de ne. Ez dibêjim dibe ku kurê min berdin. Me fitara xwe ya ewil duh li vê derê kir. Ceza dan kurê min. Sê sal in ez wî nabînim. Çima kujer nayên girtin. Ez wan hewaleyê Xwêdê dikim.”
 
Perîhan Yuzuguldu ya bav û birayên wê hatin kuştin jî wiha axivî: “Her tiştî vedişêrin. 3 sal derbas bûn, gelo çima bûyerê aşkere nakin? Yên hatin qetilkirin bav û birayên min bûn. Di heman demê de yê hat cezakirin jî, birayê min e. Ger sûcê birayê min hebe, bila werin, birayên min ên din jî bigirin. Bi awayekê hovane bav û birayên min qetil kirin. Em edaletê dixwazin.” 
 
Parlamenter Mahmût Togrûl jî, diyar kir ku piştgiriyê didin têkoşîna edaletê ya dayika Emîne Şenyaşar  û wiha bi lêv kir: “Li ber çavê her kesî berî 3 salan hovîtiyek li vê derê hat jiyîn. Ev hovîtî, kirin du dosyeyên cuda. Xizmên wekîlê AKP’ê Halîl Îbrahîm Yildiz, li ber çavên hêzên ewlekariyê komkujî kirin. Lê dozger heya roja îro dozek bi tenê jî venekiriye. Ev ne edalete, hiqûqa serdestane.”