Qeyûm vê carê waîz tayînî beşa jinê kir

  • 12:27 14 Nîsan 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Qeyyumê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin vê carê ji Muftutiyê waiz tayinî beşa jinê kir. 
 
Wezareta Karên Navxweyî di 19'ê Tebaxa 2019'an de qeyûm tayinî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya HDP'î kiribû. Wezaretê cara duduyan Waliyê Mêrdînê ê berê Mûstafa Yaman tayinî şaredariyê kiribû, lê piştî ku Mûstafa ji walîtiyê hatibû girtin, di 11'ê Hezîrana 2020'an de Mahmût Demîrtaş bûbû waliyê bajêr û qeyûmê şaredariyê. 
 
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Mahmût, çawa hatibû ser şaredariyê, ewilî di warê burokrasiyê de hin guherîn kiribûn. Niha jî ji derve gelek nasên xwe anîne şaredariyê. Qeyûm Walî Demîrtaş, bi nasên xwe û hin kesên midûriyeta polîsan û miftîtiyê şaredariyê bi rê ve dibe. 
 
Qeyûm waîz tayînî beşa jinê kir 
 
Her wiha Abdurrahman Şahin ji bo Serokatiya Daîreya Xizmetên Malbat û Jinê hat tayinkirin. Li ser bertekan vê carê Hacire Oncu ji muftutiyê wekî waîz hat tayinkirin.