Ev 3 roj in Sevgi Çoban winda ye

  • 10:55 14 Nîsan 2021
  • Rojane
RIHA - Sevgi Çoban piştî ku ji Wanê hat Rihayê ev 3 roj in agahî jê nayê girtin. Malbata Sevgiyê bangawaziya piştgîriyê kir.
 
Ji Sevgi Çoban a ku beriya 3 rojan ji Wanê hat Rihayê agahî nayê girtin. Hat zanîn ku Sevgi herî dawî li Rihayê hatiye dîtin. Malbata Sevgiyê ji ber ku agahî jê negirt serî li muduriyeta polîsan da.
 
Birayê Sevgiyê, Kenan Çoban,  piştgirî xwest ku xuşka wî bê dîtin. Kenan Çoban diyar kir ên ku Sevgiyê bibînin bila bi vê hejmara  '0546 576 40 81'  bi wan re bikevin têkilîyê.