Agahî ji Bedia Culha nayê girtin

  • 09:51 14 Nîsan 2021
  • Rojane
EDENE - Bedia Culha ya ku li Edenê dima, ev 6 rojin agahî jê nayê girtin.  
 
Li navçeya Edenê Seyhanê di 8 nîsanê de Bedia Culha (21) piştî ku ji mala xwe derket û virde agahî jê nehatiye girtin. Te zanîn ku Bedia herî dawî çûye dikanekê û dema ji dikane derketiye jî bi du kesen ku navê nediyare re axivî ye. Malbata Bediayeyê gûman dike ku hatibe revandin.
 
Malbatê duh bi şev li ser medyaya civakî bi dirûşma a “#Bedia5GündürYok (5 roj e ji Bedîayê agahî nayê girtin)” û “#BediaNerede (Bedîa li ku ye)” çalakiyek da destpekirin û li eqûbeta keça xwe pirsîn.