'Ev biryar nîşaneyên hikûmeta yek kesî ne'

  • 09:09 14 Nîsan 2021
  • Rojane
ÎZMÎR - AYDIN - Jinên ku diyar kirin Peymana Stenbolê ji bo jiyana jinan gelek girîng e, anîn ziman ku di bedêla cezayên giran bihata rojevê bi fesihkirina Peymana Stenbolê re mêr bêhetir teşwîkî tundiyê hatine kirin û rê li ber tundiyê hatiye vekirin.
 
Bi biryarnameya serok komar re piştî di şeva 20'ê Adarê de Peymana Stenbolê hat fesihkirin tundiya mêr jî zêde bû. Li gorî daneyên ku ajansa me kom kirin tenê di meha Adarê de 27 jin hatin qetilkirin, 15 jinan jî bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest dane. Li dijî tundî û fesihkirina peymanê têkoşîna jinê jî zêde bû.  Jinên ku wekî berê di 20 Adarê de daketin qadan gotin, "Em dest ji Peymana Stenbolê bernadin."  Jinên me mîqrofon dirêjî wan kir jî berteka xwe ya li dijî fesihkirina peymanê anîn ziman. 
 
'Êdî tehamûla me nemaye'
 
Tugçe Yildiz a ku got bila li dijî tundiya li ser jinê qanûnên tund bên derxisitn, got ku xwevekişandina Tirkiyeyê ji peymanê nayê qebûlkirin û wiha berdewam kir, "Vekişîna ji peymanê wê bandora neyînî li jinan bike. Tişta ji destê me tê em li ser medya civakî pêk tînin. Ji bo ku kujer û êrîşkar bên cezakirin tişta ji destên me tê em dikin. Ev carna bi kêr tê û carna jî bi kêr nayê lê kesê ku jiyana xwe ji dest dide careke din li jiyanê venagere.  Êdî li hemberî vê rewşê tehamûla me nemaye."
 
'Em ne serdestî wekheviyê dixwazin'
 
Tugçe got ku divê Peymana Stenbolê pêk bê û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Ger ku em dengê xwe dernexînin wê ev rewş berdewam bike. Tenê ne wekî jin divê wekî mirov jî tişta ji destên me bê em bikin. Em naxwazin serdestên tu kesî bin. Em tenê wekheviyê dixwazin. Em dixwazin Peymana Stenbolê pêk bê, Em êdî nema dixwazin nûçeyên li ser kuştina jinan û destdirêjiya li zarokan tê kirin bibînin. Kesên ku vî sûcî dikin bila bên cezakirin."
 
'Dixwazin jinan hepsî malê bikin'
 
Ezgî Sari jî diyar kir ku Peymana Stenbolê ji bo jinan girîng e û got ku peyman di heman demê de temînata jiyana jina ye. Ezgî anî ziman ku jin bi çalakiyên li dar dixin xwedî li peymanê derdikevin û ev tişt got, " Her çend ku Peyman nedikirin meriyetê jî me dizanibû ku heye.  Bi fesihkirina peymanê re dixwazin jinan hepsî malê bikin.  Vê rewşê jî bêhtir hêz da mêran. Peymana Stenbolê dide jiyîn."
 
'Nîşaneyên hikûmetayek kesî ne'
 
Gîzem Al, diyar kir ku ku fesihkirina peymanê ya nîvê şevê ji bo ku bertek kêm bên nîşandan bû, lê wekî ku plan kirin nebû. Gîzem wiha berdewam kir, "JIn roja piştî fesihkirina peymanê li hemû bajaran daketin qadan. Ji bo xwevekişandina ji peymanê divê meclis biryarê bide. Ev biryara ku serok komar bi tena serê xwe daye nîşaneyên hikûmeta yek kesî ne. Ji bo ku peymana stenbolê pêk bê bi salan e têkoşîn tê dayîn. Fesihkirina peymanê ya di şevekê de xespkirina mafên jin û LGBT+yan e."
 
'Xwevekişandin teşwîkî tundiyê dike'
 
Aysel Gul jî got ku fesihkirina peymanê neheqiya li jinan hatiye kirin e û axaftina xwe wiha berdewam kir, "Tu mafên kesekî ku bêyî ji me bipirse mafên me binpê bike tune ye. Wê ji vir û şûnde rewşa me xirabtir bibe. Ji ber ku fesihkirina Peymana Stenbolê teşwîkî tundiyê dike. Ger ku em tev de li welatekî dijîn divê em wekhev bijîn."