'Ne girtiyên me zilma heyî qebûl dikin ne jî em!'

  • 09:08 14 Nîsan 2021
  • Rojane
Sema Çaglak
 
AMED - Bi grevên birçîbûnê re li hemberî girtiyan zext zêdetir bûn û malbatên girtiyan jî ji rewşa heyî bi fikar in. Malbatên ku zarokên wan hatine sirgunkirin diyar kirin ku girtî bi îşkenceyan re rûbirû dimînin û gotin: "Divê dengê girtî û malbatan bê bihistin." 
 
Girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiye û herêmê di 27’ê Mijdarê 2020'î de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin. Grev 139 roj in didome. Tevî van yekan bi grevên birçîbûnê zext û îşkenceya li ser girtiyan jî zêde dibin. Girtî bi rêya telefonê zext û îşkenceyên ku li ser wan pêk tên radigihînin malbatên xwe û banga hişyariyê dikin. Yek ji wan malbatan, malbata Çîçek û malbata Oral e. 
 
'Girtî bi îşkenceyê re rûbirû dimînin' 
 
Kenan Çîçek 5 sal in li Girtîgeha Tîpa F ya Kirikaleyê, Ferhat Çîçek ev 5 sal in û Beşîr Çîçek jî ev salekê li Girtîgeha Tîpa D ya Amed girtî ne. Her 3 zarokên malbata Çîçek di çalakiya greva birçîbûnê de cih girtibûn. Dayika Kenan, Ferhat û Beşîr Kastama Çîçek diyar kir ku girtî bi zilmek mezin re rûbirû ne.
 
Kastama, ragihand ku kurê wê Ferhad jî di nav de gelek girtî ji Girtîgeha Tîpa D sirgûnê Girtîgeha Tîpa F a Amedê hatiye kirin. Her wiha kurê wê Kenan jî ji ber ku ketiye greva birçîbûnê daxwaznameyên guherîna girtîgehê nayê erêkirin. Kastama wiha behsa rewşa girtiyên xwe kir: "Berê jî kurê min Ferhat li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê bû û niha ew sirgûnê Tîpa F a Amedê kirine. Kurên min Ferhad û Beşîr di heman girtîgehê de ne lê haya wan jî ji hevdû nîne.”
 
'Li hemberî girtiyan tecrîdek mezin heye' 
 
Kastama, diyar kir ku piştî grevên birçîbûnê girtî bêtir bi zilmê re rûbirû man û got: "Kurê min Ferhat bi rêya telefonê behsa rewşa xwe kir. Li gorî agahiya kurê min gardiyan herî kêm du rojan carek bi ser kaguşan digirin û heqeretê li girtiyan dikin. Du hevalên wan bi îşkenceyê re rûbirû mane, lêdan xwerine û wan xistine hucreyê. Dema girtî sirgûnê Tîpa F yê kirine nehiştine ku firaq û cilên xwe kom bikin û bibin girtîgeha nû. Nehiştine ku ji xwe re kevçiyek çay jî bigirin. Şûşeyên wan ê çayê nîne. Hemû tiştên wan bi sînor kirin e. Yanî tecrîdek pir mezin li ser wan heye. Her wiha gardiyan ji girtiyan re dibêjin 'Hûn ê îteatê bikin'. Her wiha girtiyên ku tevlî grevên birçîbûnê bûne bi taybetî bi zilm û zextan re rûbirû dimînin. Girtiyên ku li dijî zextan derdikevin jî zêdetir bi ser wan de diçin. Kurê min daxwaz kir ku ez wan binpêkirinan ji raya giştî re ragihînim."
 
'Li cihê ku hiqûq tunebe li vir jiyan jî tuneye'
 
Kastamayê destnîşan kir ku li cihê ku edalet û hiqûq tune be li vir jiyan jî tuneye û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ji bilî du kurê min ên li Amedê girtîne kuremin Kenan jî li Kirikkaleyê girtî ye. Kenan jî bi heman zext û zordariyan re rûbirû dimîne. Me çend caran daxwazname da ku wî bînin girtîgeheke nêz, lê ji ber ku ketiye greve birçîbûnê daxwaz nehat qebûlkirin."
 
Kastama di dawiya axaftina xwe de banga hişyariyê kir û wiha got: "Ev çi edalat e? Cihê ku edalet û hiqûq tune be dê çawa jiyan hebe. Wê çawa xelk bijî. Girtî di nava çar dîwaran de ne. Banga min ew e ku dengê girtiyan bigihêje cîhanê û bila ew zilmê xelas bibe.”
 
'Divê dengê girtî û malbatan bê bihistin'
 
Dayika Vedat Oral ê ku 5 sal in girtiye Belkis Oral jî wiha bal kişand ser zextên li hemberî girtiyan: “Lawê min Vedat demek dirêj e li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtî ye. Wî jî sirgûnê Tîpa F a Amedê kirin. Nexweşiyên kurê min hene. Dema hatine sirgunkirin bi zext êrişan re rûbirû mane. Kurê min bi rêya telefonê ragihand ku gardiyan bi hincetên cuda bi ser koguşan de digirin û zilmek mezin li hemberî girtiyan pêk tînin."
 
Belkis, da zanîn ku divê dengê girtiyan û dengê malbatên girtiyan bê bihistin, bila zilm û zordarî ji holê rabe.