Koçerên Botanê dest bi amadekariyên çûyîna zozanan kirin

  • 09:05 14 Nîsan 2021
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Bi germbûna hewayê re koçer ji bo çûyîna zozanan dest bi amadekariyan dikin. Jinên koçer ên li bajarokê Deştadarê yê navçeya Hezexê jî ku amadekariyên çûna zozan dikin dest bi dirûtina konan kirin û kedeke gelek mezin didin.  
 
Koçerên Botanê ku di payizê de vedigerin warê xwe bi hatina biharê re dikevin nava liv û tevgerê û ji bo çûna zozan amadekariyê dikin. Li Bajarokê Deştarê yê navçeya Hezexa Şirnexê jî jinên koçer ku amadekariya çûnê dikin, konên ku havînê dê li zozanan bi kar bînin bi awayekî hevbeş bi destên xwe çêdikin. 
 
Jina koçer Qemer Akman(43) anî ziman ku ew ji biharê ve heta havîn diqede li zozanan dimînin û payîzê jî vedigerin gundan. Qemerê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Em zivistanê ji bo pezên xwe konên zivistanê didirûn. Dema havîn jî tê ji bo  xwe konan didirûn. Em payizê berx û karên xwe difiroşin û pezê xwe jî zivistanê di hundir de xwedî dikin. Em havînan jî pezê xwe dibin zoanan û diçêrî. Ji bo ku em pezê xwe biçêrînin em ji meha gulanê de berê xwe didin zozanan. Beriya ku em biçin zozanan jî em dest bi amadekariyê dikin û em ji meha gulanê ve dikevin rêya zozaan. Dema em bi meşê biçin heta mehekê em digihîjin cihê ku em ê biçinê. Lê bi maşîneyan  em zûtir digihên zozanan. Her sal cihê  me digûhere. Em diçin zozanên Feranşînê, Wanê, Colemêrg û Elkê. Ji bo me ku derê baş be em diçin wir. Piştî ku em digihîjin cihê xwe em konên xwe vedidin."
 
'Jiyana koçeriyê zehmet e'
 
Qemerê, bi lêv kir ku ew li zozanan bi şîrê pez penêr û mast çêdikin û wiha domand: "Ev penêr û mastê ku em çêdikin em difroşin jî. Li zozanan em jin bêrîvaniyê dikin û hemû karê malê jî di ber  re dikin. Her wiha em berê xwe didin çiya sîrik û pincarê ji xwe re kom dikin û tînin. Em nan dipijînin. Serê sibehê zû em radibin taştêya xwe dixwin û berê  xwe didin bêriyê. Hemû kar û barê zozanan bi taybetî li ser milên jina ye. Em  zivistanên konên zivistanê û havînê jî konên havînê çêdikin. Çêkirin û dirûtina konan rastî jî gelek zor û zehmet e. Em hemûyan bi destên xwe çêdikin û didirûn. Dema em konan didirûn pişta me diêşê û hemû tiliyên me dibin birîn. Lê belê jiyana zozanan her çiqasî zehmet be ew qas jî xweş e. Keda mirov bi mirov xweş tê. Bi taybetî jî di rojên baranê de rewş gelek xirap dibe. Em hiriya ji miyan û bûyê ji bizinan dikin jî li ser çêm didoşin. Em ji hiriyê nivînan çêdikin. Em elimîne jiyana zozanan. Zivistanê zêde karê me tune ye. Lê havînê karê me gelek zêde ye. Niha amadekariyên me yên zozanan dest pê kiriye. Em niha konên xwe amade dikin ji bo dema ku em biçin zozanan zehmetiyê nekişînin. Ev konên ku em çêdikin 4 mehan têra me dikin. Dema dîsa bihar tê em carkedin ên nû çêdikin û didirûn. Ji xeynî konan em têşiyê dirêsin û ji rîsê ku em ji teşiyê bi dest dixin em turik, heqîb, gore, lûfik û patîkan çêdikin."
 
'Em xwedî vê mîrasê derdikevin'
 
Qemerê, diyar kir ku koçerî ji kal û pîrên wan ji wan re wek mîrasek maye û wiha domand: "Em koçeriyê ji xwe re wek pîşe dibînin. Beriya me kal û pîrên me koçerî dikirin. Em jî xwedî li vê mîrasê derdikevin. Her wiha  ji ber operasyonên ku tên kirin em gelek zahmetî dibînin û jiyana me dikeve xeterê. Carna jî zozan ji ber operasyonên tên kirin li me  tên qedexekirin û em nikarin biçin zozanan. Jiyaneke gelek zahmet em dijîn. Lê hemû tiştan em bi destên xwe çêdikin û ev jî me kêfxweş dike."
 
'Me dest bi amadekariyan kiriye'
 
Şemsiye Balica(40), jî destnîşan kir ku jiyana wan a koçeriyê gelek zehmet e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em çar demsalan jî bi koçeriyê re mijûl dibin. Em havînan berê xwe didin zozanan, dema dibe zivistan em berê xwe didin gûndên xwe. Em di meha Gûlanê de berê xwe didin zozanan û di meha Payizê ya ewil Îlonê de jî vedigerin. Dema em bi meşê diçin nêzî 40 rojî em bi rê de diçin.  Heta ku em digihîjin zozanan gelek zehmetiyê dikişînin. Jiyana zozanan gelek xweş e. Lê ew qas jî zehmet e. Dema vegerê jî em ew qas di rêde dimînin. Em havînan berê xwe didin zozanên Berçêlan yê Colemêrgê.  Em niha jî ji bo berê xwe bidin zozanan dest bi amadekariyên çûyînê dikin. Em niha konan didirûn. Ji xeyrî vê jî em têşiyê dirêsin, tûrik û heqîban çêdikin. Em carna ji pacikên kom dikin jî ji bo xwe konan çêdikin û dest bi dîrûtina konan dikin. Em ê di meha gûlanê de berê xwe bidin zozanan. Amadekariyên me yên zozanan beriya mehekê destpê dikin.  Piştî meheke din dê rêwitiya me ya ber bi zozanan ve  dest pê bike. Mala me li ser pişta me ye."