Ji Dayikên Aştiyê ji bo grevên birçîbûnê banga hestiyariyê

  • 09:03 14 Nîsan 2021
  • Rojane
ENQERE - Endamên Dayikên Aştiyê yên Enqereyê ji bo grevên birçîbûnê banga hestiyariyê kirin û gotin: "Divê dimildest daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. Her wiha ji bo çareseriya pirsgirêkan jî divê diyalog bê pêşxistin."
 
22 sal in li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîdek heye. Li dijî tecrîd û binpêkirina mafên girtiyan di 27'ê Mijdara 2020'an de li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê greva birçîbûnê hat destpêkirin. Grev 139 roj in didome. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) bi pêşengiya Meclîsa Îştarê greva birçîbûnê hat destpêkirin û 118 roj in çalakî didome. Li Wargeha Penaberena a Lavrîo ya Yewnanistanê jî 101 roj in greva birçîbûnê didome. Derbarê mijarê de Endamên Dayikên Aştiyê yên Enqerê Kadriye Ozgan û Hatîce Ay ji ajansa me re axivîn û banga hestiyariyê kirin. 
 
'Gelo zilm heta kengê bidome' 
 
Kadriye Ozgan, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tecrîdê û got: "Tecrîd bi tu awayî nayê qebûlkirin. Dewlet qet ji Xwedê natirse? Ne parêzer û ne jî malbat dikarin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Bi sedan girtî niha di grevê de ne. Tecrîd zilm e û li hemberî Gelê Kurd zilmê dikin. Gelo ev zilm heta kengê bidome. Sedema tecrîdê çi ye? Heke tecrîda li hemberî rêberê me rabe dê tecrîda li hemberî Gelê Kurd jî rabe." 
 
'Bila parêzer biçin Îmraliyê'
 
Kadriye, diyar kir ku hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bê kirin girîng e û wiha axivî: "Di 25'ê Adarê de bi rêya telefonê rêberê me birayê xwe re hevdîtin pêk anî, lê hevdîtin hat qutkirin. Ev tişt bi tu awayî nayê qebûlkirin. Çav û guhê me li Îmraliyê ye. Em li benda gotinên wî ne, her gotinên wî hêviyek dide me. Em dixwazin parêzer biçin Îmraliyê û agahiyek binînin. Em ji rewşa rêberê xwe bi fikar in. 
 
'Cîhan li hemberî tecrîdê bêdeng e'
 
Kadriye, da zanîn ku ku cîhan bi tewahî li hemberî tecrîdê bêdeng e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bêdengiya cîhanê nayê qebûlkirin. Îro roj roja xwedîderketinê ye. Îqtîdar ji maf û statuya kurdan ditirse. Ji ber vê jî li hemberî gel şerek daye destpêkirin. Hedef girtina destkeftiyên li Rojava jî parçeyek ji tecrîdê ye. Ji ber ku kurd bi hêz in îqtîdar ew qas li hemberî kurdan derdikeve. Êdî hêza AKP'ê nemaye. Em êdî naxwazin dilê dayikan bişewite. Divê em xwedî li girtiyên xwe derkevin."
 
'Guh bidin daxwazên girtiyan' 
 
Hatîce Ay jî diyar kir ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê têkoşînek bê dayîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Abdullah Ocalan Rêberê Gelê Kurd e. Tecrîd bi tu awayî nayê qebûlkirin. Bi taybetî rêberê me jî li dijî şer û kuştinê derdikeve. Ji ber vê jî divê em ji bo rêberê xwe têkoşînek bidin." 
 
Hatîce, destnîşan kir ku 20 sal in hînê zimanê tirkî nebûye û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ez hînê ziman nebûm, gelo dê bi zorê hînê me bikin. Kesek nikare me bi zorê hînê tirkî bike. Nikarin zimanê bi milyonan kesî qedexe bikin. Heta niha ji bo demokrasiyê gelek bedel hatin dayîn. Ligel ew qas bedelên giran gelo difikirin ku Gelê Kurd dev ji têkoşîna xwe berdin."
 
Hatîce, di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser daxwazên xwe: "Em wek Dayikên Aştiyê edalet, wekhevî û aştiyê dixwazin. Wekî her tim îqtîdar guh nade daxwazên me. Lê em ê jî wekî her tim têkoşîna xwe bidomînin. Heke dewlet dixwaze tiştek bike divê guh bide daxwazên girtiyan. Her wiha divê demildest rêya diyalogê bê vekirin."