'Heta Peymana Stenbolê nekeve meriyetê em ê li qadan bin'

  • 09:02 14 Nîsan 2021
  • Rojane
Medya Uren
 
DÎLOK - Endama Platforma Demokrasiyê ya Dîlokê Suzan Uzpaka têkildarî betalkirina Peymana Stenbolê bertekên xwe nîşan da û got heta hemû xalên peymanê bi awayekî fermî pêk neyê ew ê jin li qadan bin û têbikoşin.
 
Peymana Stenbolê beriya niha di nîvê şevê de bi daxwaza serokkomarê Tirkiyeyê hate betalkirin. Li Tirkiyeyê gelek komele, pêkhateyên jinan, siyasetmendar û jin li dijî biryarê ketin nava çalakiyan. Jin li qadan in û bernameyên wan ên li dijî biryarê berdewam dike. Endama Platforma Demokrasiyê  û endama HDP’ê Suzan Uzpak têkildarî biryarê bi ajansa me re axivî.
 
'Bi bedelên mezin destkeftiyên mezin çêbûn'
 
Suzanê di serê axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna jinan û wiha got:"Jin li dijî zayendperestiyê ji dîroka kevnar heta niha ve têdikoşin. Têkoşîna wan jî her tim ji aliyê hişmendiya mêrê serdest ve rastî êrişan tê. Êrişên giran li ser jinan hene. Têkoşîna me jinan jî rexmê van êrişan mezin dibe û gelek destkeftiyên bi nirx bi dest hatin xistin. Ango yek ji wan jî Peymana Stenbolê ye. Jinan di encama têkoşîna xwe de bi berdêlên giran, bi xwîna xwe ev bi dest xist. Lewra her çiqasî peyman di salên 2011’an de hatibe îmzekirin û di salên 2014’an de ketibe meriyetê jî tucarî nehat pêkanîn. Tenê li ser rûpelan  ma. Dema peyman di meriyetê de bû jî, yên destdirêjî dikirin, tecawuzkar, kujerên jinan  cezayên ku weke xelat bûn ji wan re hatin dayin. Ji daxistina ceza feyde girtin. Êriş, komkujiya li dijî LGBT'yan ji nedîtî ve hat. Kujer hatin parastin. Ango peyman ji bo hemû beşên civakê yên ku tên çewisandin piştgiriyek bû."
 
'Êrişî jiyana jinê hat kirin'
 
Suzanê bi lêv kir ku peyman mafê jinê ye û qezenc kiriye û wiha berdewam kir:"Lewra li dijî van mafên ku jinê bi dest xistiye dem dem êrişên cuda rû didin. Lewra ev êriş li dijî jin, zarok, LGBT'yan û hemû beşên civakê yên tên çewisandin bû. AKP a ku 20 sal in îqtidar e jina stûxar a ku di malê de hatiye hefskirin, jina herî kêm 3 an 5 zarok tîne cîhanê, ji qadên civakî hatiye vekişandin a ku bi dengê bilind nakene, ya ku hat tecawizkirin jî tecawizkarê xwe biparêze, dixwaze. Jixwe tehemûla wan ji hildana navê LGBT'yan re jî tune ye. Jin û LGBT yî tune tên hesibandin. Ji ber ku jiyanek aram layiqê wan nayê dîtin neçarê fihuşê tên kirin. Îqtidar dizane ku ji bo avakirina civakek zayendperest û profîla jinên wisa wê bi Peymana Stenbolê re ne pêkan be. Vê yekê ji bo xwe weke gefek mezin dîtin û êriş kirin. Êrişî jiyana jinan hat kirin."
 
'Ji mêj de ye êriş hatiye destpêkirin'
 
Suzanê anî ziman ên li dijî Peymana Stenbolê li dijî wekheviyê neyartiya xwe diyar kirine û wiha pê de çû:"Waneyên zayendiya civakê jî bûn mijara nîqaşê. Li ser bedana jinê gotin pêş xistin. Li dijî wekheviyê dijminatiya xwe diyar kirin, ango wekheviya di navbera zayendan de red kirin û berteka xwe jî eşkere nîşan dan. Îqtidar bi van polîtîkayên dijminatiya jinan re hewil dide xwe li ser lingan bigire. Ev şerên wê yên man û nemanê ne. Lîstokên xwe yên dawî dilîzin. Ev bandora xwe li ser komeleyên girêdayî dewletê ne jî kir. MEB û YOK projeyên xwe yên wekheviya zayendê betal kirin. Nêzîkatiya pîşekarên di van sazî û dezgehan de dixebitin jî tişta dixwazin ava bikin re nimûne ne. Ev nîşan dide ku li dijî peymanê ji mêj de ye êrişek hatiye destpêkirin. Lewra betalkirina peymanê ya di nîvê şevê de ya ji aliyê mêrekî ve bi xwe tarîtiya Tirkiyeyê nîşan dide."
 
'Em ê tim li qadan bin'
 
Suzanê bal kişand ser bandorên wê li ser jinan bikin û wiha bi dawî kir:"Îqtidar dixwaze li gor xwe rolekê bide jinan. Jina li malê rûdinê dixwaze. Bi vî rengî wê jinê wekî zayenda duyem an sêyem bê dîtin. Wê car din di bin navê ol û çandê de derûnî, di aliyê fîzikî, zayendî de bandorê li jinan bike. Lewra li Tirkiyeyê em dibin şahid her roj herî kêm 3 jin tên qetilkirin. Lê dîsa jî em bê hêvî najîn. Ji ber ku li dijî van êrişan rêxistina jinan a bi hêz û vînek xurt heye. Em ê biryara betalkirinê ji mêtingeriya serdest a mêr re nehêlin. Heta hemû xalên peymanê bi awayekî fermî nekeve meriyetê em ê li qadan bin û têbikoşin."