ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2021'Ê

  • 09:00 14 Nîsan 2021
  • Rojev
 
*Endama Platforma Demokrasiyê ya Dîlokê Suzan Uzpaka têkildarî betalkirina Peymana Stenbolê bertekên xwe nîşan da û got heta hemû xalên peymanê bi awayekî fermî pêk neyê ew ê jin li qadan bin û têbikoşin. DÎMEN HEYE
 
*Endamên Dayikên Aştiyê yên Enqereyê ji bo grevên birçîbûnê banga hestiyariyê kirin û gotin: "Divê dimildest daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. Her wiha ji bo çareseriya pirsgirêkan jî divê diyalog bê pêşxistin." BI DÎMEN 
 
* Bi germbûna hewayê re koçer ji bo çûyîna zozanan dest bi amadekariyan dikin. Jinên koçer ên li bajarokê Deştadarê yê navçeya Hezexê jî ku amadekariyên çûna zozan dikin dest bi dirûtina konan kirin û kedeke gelek mezin didin. BI DÎMEN
 
*Bi grevên birçîbûnê re li hemberî girtiyan zext zêdetir bûn û malbatên girtiyan jî ji rewşa heyî bi fikar in. Malbatên ku zarokên wan hatine sirgunkirin diyar kirin ku girtî bi îşkenceyan re rûbirû dimînin û gotin: "Divê dengê girtî û malbatan bê bihistin." BI DÎMEN
 
*Jinên ku diyar kirin Peymana Stenbolê ji bo jiyana jinan gelek girîng e, anîn ziman ku di bedêla cezayên giran bihata rojevê bi fesihkirina Peymana Stenbolê re mêr bêhetir teşwîkî tundiyê hatine kirin û rê li ber tundiyê hatiye vekirin. DÎMEN HEYE
 
*Gulçin Coşkun a ji aliyê malbata xwe ve di zarokatiya xwe de hat zewicandin piştî tundiya sîstematîk a 38 salan dît doza hevberdanê vekir. Gulçina ji aliyê mêrê dixwaze dev jê berde gef lê tê xwarin di heman demê de li dijî xizaniyê têdikoşe. Gulçîna banga piştevaniyê ji aliyên hestiyar kir wiha got:"Dewlet bi şandina teblîgatên deynan dibe alîkar!" DÎMEN HEYE