TAJÊ Cejna Çarşema Sor pîroz kir

  • 15:46 13 Nîsan 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ, bi daxuyaniyeke nivîskî Cejna Çarşema Sor pîroz kir û got: "Bi boneya Cejna Çarşema Nîsanê em bang li civaka xwe dikin, li ku derê dibin bila bibin divê em çand, bawerî û cewherê xwe biparêzin."
 
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya Cejna Çarşema Sor a civaka êzidî peyamek weşand.
 
Peyama TAJÊ wiha ye: “Civaka xwezayî ya kevnar ku xwedî çand, bawerî, dîrok û olekî kevnar a di dîrokê de 74 caran rastî êriş, ferman û komkujiyan hatiye lê tevî vê yekê civaka êzidî her tim bi hemû hêz û vîna xwe çand û cewherê xwe parastiye. Dest ji çanda û jiyana xwezayî bernedaye. Bi taybet jina êzidî  ji dîrokê heya roja îro, bi cewherê xwe çanda xwezayî, gerdunî û pîrozî daye jiyan kirin û dewamkirin. Hemû cejin û pîroziyên civaka êzidî nîşaneyên xweza û gerdunê ne. Her cejin xwedî ilim û felsefeyak xwezayî, gerdunî û jiyanî ye. Çarşema Nîsanê jî yek jî cejnê civaka êzidî ye ku nîşana avabûne gerdunê ye. Çarşema Nîsanê sersala civaka Êzidî ye.
 
Ji bo ku çand, bawerî û dîroka xwe ya kevnar zindî û geş li ser piya bihêlin wek jinên êzidî di pêşengtiya TAJÊ û YJŞ de em xwe bi rêxistin dikin. Parastin erka me ye û em ê heya dawiyê bi vê erkê rabin.
 
Em wek TAJÊ cejna tevahî êzidiyên li welat û derweyî welat pîroz dikin, bila hemû rojên we wekî gulên nîsanê xweş û geş bin. Bi boneya cejna Çarşema Nîsanê em bang li hemû civaka xwe ya êzidî dikin, li ku derê dibin bila bibin divê em çand, bawerî û cewherê xwe yê êzidiyatî biparêzin, em li hemberî hemû êrîşan şiyar bin, tifaqa û yekitiya xwe ava bikin.”