Li Mûsilê pêşbirka dûçerxê ya jinan

  • 15:18 13 Nîsan 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî ku Mûsil ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin, jinên Mûsilê pêşbirkek duçerxeyê li dar xistin.
 
Li Mûsilê Rêveberiya Werzîş û Ciwanan a Mûsilê li navenda bajêr pêşbirkek duçerxeyê ji bo jinan hat organîzekirin. Li gorî nûçeya Syknewsê, jinên ji derveyî Mûsilê jî tevlî peşbirkê bûn.
 
Di 10’ê hezîrana 2014’an de Mûsil ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hat dagirkirin. Piştî sê salan hat rizgarkirin. Di dema dagirkirina Mûsilê de welatiyên wê û bi taybet jinên Mûsilê di nava şert û mercên dijwar de bûn. Her ku diçe rewş cuda dibe. Ji bo jinan pêşbirka duçerxê hat organîzekirin.