Jinên ji bo Peymana Stenbolê çalakî kirin, hatin binçavkirin

  • 15:13 13 Nîsan 2021
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Jinên SKM û OGK'yê yên li ber Buroya Ragihandinê ya Serokkomariyê ji bo Peymana Stenbolê çalakî li dar xistin hatin binçavkirin. 
 
Endamên Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM) û Jinên Ciwan ên Azad (OGK) li ber Buroya Ragihandinê ya Serokkomariyê ya Îzmîrê ji bo Peymana Stenbolê çalakî li dar xistin. Jinan dirûşma "Em bêdeng namînin em serî natewînin" berz kirin û dubare kirin ku ew dev ji Peymana Stenbolê bernadin. 
 
Polîsên êrişî jinan kirin endamên SKM û OGK'yê  Gul Gok, Meryem Yildirim, Gungor Didar Gul û Îrem Nur Çelikbaş kirin bin çavan.