Nobeta 'edaletê' ya Emîne Şenyaşar di roja 36'an de ye

  • 12:28 13 Nîsan 2021
  • Rojane
 
RIHA - Emîne û kurê wê Ferît Şenyaşar 36 roj in çalakiya xwe ya nobetê ya li ber Edliyeya Rihayê bi daxwaza edaletê dewam dikin.
 
Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurê xwe di êrişa parêzvan û xizmên Parlamenterê Rihayê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi nobeta “Edaletê” kirin. Çalakiya dayik û kurê wê ya  bi daxwaza “Edaletê” di roja 36’emîn de dewam kir.
 
Emîneyê serê sibehê li ber edliyeyê dest bi nobeta edaletê kir. Emîneyê ji bo çalakiya xwe banga piştevaniyê kir.