Komeleya Jinan a STAR plansaziya xwe ya pêşerojê derxist

  • 10:25 13 Nîsan 2021
  • Rojane
 
Hîkmet Tunç
 
WAN - Seroka Komeleya Jinan a Star a Wanê parêzer Dîlan Kund Ayan, diyar kir ku piştî kongreyê civîna xwe ya yekem pêk anîne û got: "Di civînê de em bi taybetî li ser pirsgirêkên sereke rawestiyan. Ji bo me ziman, bawerî û netew ne girîng e û em ê xwe bighînin hemû jinan." 
 
Çend roj beriya niha Komeleya Jinan a Star a Wanê kongreya xwe pêk anî, serok û rêveberiya xwe hilbijart. Seroka nû ya komeleyê parêzer Dîlan Kunt Ayan derbarê plansazî û xebatên komeleyê de ji ajansa me re axivî. 
 
Dîlan diyar kir ku ji bo plansaziya nû civînek li dar xistine û got: "Piştî kongreyê me civîna xwe ya yekem pêk anî. Di civînê de em ser çalakî û bernameyên xwe rawestiyan. Me pirsgirêkên bajêr anîn ziman û em li ser çareseriyê hûr bûn. Ji bo me tişta herî girîng jî li dijî şîdetê bibin alîkariya hemû jinan. Ji bo me ziman, ol, netew ne girîng e û em ê xwe bighînin hemû jinan. Di hêla derûnî, hiqûqî de em ê bibin alîkarê hemû jinan."
 
Dîlan da zanîn ku wekî komele di "Komxebata Stargehan" a Mor Çatiyê de cih digirin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Niha li bajêr pirsgirêka jinan a sereke stargehin. Nifûsa Wanê 2 milyonî derbas kiriye. Stargehên heyî terê nakin. Di civînê nîqaşa me li ser zêdekirina hejmara stargehan bû. Gelo em ê çawa xebatê bimeşînin em ser rê û rêbazan rawestiyan."
 
Dîlan, di axaftina xwe de bal kişand ser betalkirina Peymana Stenbolê û wiha axivî: "Li dijî betalkirina peymanê em ê rêzeçalakiyan li dar bixin. Ji bo ve jî me bi Meclîsa Jinan a Wanê re plansaziyeke hevpar derxist. Hûn jî dizanin ku li bajêr li dijî betalkirina peymanê saziyên sivîl û partiyên siyasî çalakiyên cuda li dar xistin. Em jî wekî komele tevlî hemû çalakiyan bûn. Em li dijî betalkirina peymanê plansaziyên nû dikin û em ê bi saziyên sivîl re hevpar xebatan bimeşînin."
 
Dîlan, destnîşan kir ku li bajêr gelek kuştin bi navê xwekuştinê tê veşartin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li bajêr gelek jin tên kuştin, lê wekî xwekuştiyê tê nîşandan. Ev tişt bîran ku nayê dermankirine. Bi taybetî di nava xebatên me yên komeleyê de ev mijar jî bibe mijara sereke."