Li Mexmûrê koma 59'emîn greva birçîbûnê dewr girt

  • 10:06 13 Nîsan 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar li saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, îro koma 59’emîn çalakî dewr girt û çalakî di roja 117’an de berdewam dike. Di komê de rojnameger cih digirin. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê hatibû destpêkirin berdewam dike. Ji bo tevlîbûna pêvajoyê li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclisa Îştar li saziya Malbatên Şehîdan çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Îro çalakî ji hêla koma 59'emîn ve hat dewr girtin. Çalakî 117 roj in didome. Her wiha di koma 59'emîn de rojnameger cih digirin. 
 
Li ser navê koma 58’emîn Firat Bozan axivî û got: "Li dijî polîtîka û planên topyekûn a dewleta tirk a li ser Gelê Kurd dayî meşandin pengava 'Dem dema azadiyê ye' hat destpêkirin. Li ser ve esasê ji çarçoveya ve pengavê de gerilayên azadiyê li Heftenîn û Garê darbeyên giran li dijmin xist û hemû planên wan têkbirin. Diheman demê de gel ji di 8’ê Adarê û 21’ê Adarê daketin qadan û hemû hêvî û planên dewleta Tirk têk birin. Li zindanan ji bi rihê berxwedana Kemal Pir , Mazlûm Dogan û Xeyrî Durmuş li hember Dewleta Tirk têdikoşin. Pêwistê Gelê Kurd rabê ser piyan û têkoşinê bilind bikin. Heya ku em rêbertiya xwe azad nekin em dev jî têkoşinê bernadin. Yan jiyanêk azad bi Rêber Apo re be yan em ve jiyanê qebûl nakin." 
 
Merasîma dewir girtinê bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo" ,"Şehîd namirin" û "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.