‘Dersînorkirina penaberên Îranê cînayete’

  • 09:07 13 Nîsan 2021
  • Rojane
 
ÎZMÎR - 4 Welatiyên Îranê, bi hinceta piştgirî dane Peymana Stenbolê û tevlî çalakiyên piştgiriyê bûne, bi dersînorkirinê re hatin rû hev. Berdevka Komîsyona Penaberan a HDP’ê Gulsum Agaoglu da zanîn ku ewlehiya canê penaberên Îranê tune, di rewşa bên şandin de ev cînayete û got wê şopdarê mijarê bin.
 
Piştî vekişîna Peymana Stenbolê li her derê Tirkiyeyê çalakiyên nerazîbûnê pêk hatin. Li Denîzliyê jî di 20’ê Adarê de çalakî pêk hat. Di 5’ê Nîsanê de penaberên Îranî Esmaeîl Fattahî, Leîlî Farajî, Zeînab Sahafî ku tevlî çalakiyê bibûn û her wiha Mohammad Pourakbarî Kermanî yê tevlî çalakiyê nebibû, bi hinceta piştgirî dane peymanê û tevlî çalakiyê bûne bi dersînorkirinê re rû bi rû ne. Piştî binçavkirinê 4 penaber li Şaxa Biyaniyên Denîzliyê hatin girtin û niha li Navenda Şûnde Şandina Aydinê tên sekinandin.
 
Berdevka Komîsyona Penaberan a HDP’ê Gulsum Agaoglu da zanîn ku li gorî peymana navneteweyî ya Tirkiye alîgirê wê ye divê penaber bên berdan û got wê şopdarê mafê penaberan bin.
 
‘Li gorî hiqûqê tevbigerin wê jin bên berdan’
 
Gulsumê da zanîn ku desthilatdarî di polîtîkayên xwe yên dijberî jinan de, welatî û penaberan ji hev cuda nake û wiha got: “Em ê şopdarê mijarê bin. Me mijar bir meclîsê. Penaberî mafê mirovahiyê ye. Em dixwazin di bin rêgeza welatîbûna wekhev de bijîn. Me di 5’ê mehê de kampanya xizaniya jinê da destpêkirin. Yek sernavê me jî jinên penaberin.”
 
‘Mafê penaberan nayê nasîn’
 
Gulsumê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku desthilatdarî ji bo jinan makul bi afirîne bi israr tevdigere û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li kolanê pêkanîna çalakiyê jî ne li gorî jina makûl e. Hîna jî venasîneke penaberiyê nehatiye kirin. Ji bo neyên nasîn jî gelek hincet tên afirandin. Bêguman li welatê demokratîk her kes divê fikrên xwe bêjin. Em dizanin ku desthilatdarî ji bo peymanê betal bike çawa hewl da. Di şevekê de bi biryarnameyekê çûn fehskirinê. Em vê feshkirinê nas nakin.”
 
Gulsumê bi lêv kir ku Yekitiya Ewropayê (YE) beriya civîna nirxandina Tirkiyeyê, bi desthilatdariyê re dîsa penaber kir mijara bazarê û wiha pê de çû: “Ji ber ku YE di mijara cezarkirina Tirkiyeyê de gelek nerm bûye û bi gotinên wekê ‘em ê rexne bikin’ derbas kirin. Ji bo jinên penaber û penaberên LGBTÎ divê têkoşîn bê dayîn. Pirsgirêkên wan hene. Fihuş li wan tê ferzkirin. Keda wan tê binpêkirin. Zewaca di temenê biçûk de tê ferzkirin. Bi tecawizê tên tehdîtkirin. Malê wan zirar dibînin. “
 
‘Divê Tirkiye wan berde’
 
Gulsumê di dawiyê de wiha got: “Penaberî mafê mirovahiyê ye. Li Îranê şert nebaşin û şandina penaberan tê wateya cînayetê. Xetereya jiyana van kesan heye û li gorî peymana navneteweyî Tirkiye nikare penaberan bişîne. Ji ber vê em bang dikin ku demildest dest ji vê berdin.”