‘Qedexeya siyasî nikare pêşî li têkoşîna me bigire’

  • 09:05 13 Nîsan 2021
  • Rojane
 
AYDIN - Endama PM'a HDP'ê  Ayfer Demîrel diyar kir ku di îdianameya ji bo girtina HDP’ê hatiye amadekirin de ji bo gelek siyasiyan qedexeya siyasetê tê xwestin û piranî jê jinin. Ayferê daxuyakirin ku ev nîşaneya hedefgirtina têkoşîna jina ye.
 
Serdozgeriya Komarê bi armanca girtina HDP’ê îdianame amadekiribû û şandibû Dadgeha Destura Bingehîn (DDB). Ji bo lêkolînê îdianame dan raportor û di 30’ê Adarê de hat gotin ku kêmasiyên usulê hene û radestê DDB’ê kirin. DDB’ê jî ji bo sererastkirinê şand ji Serdozgeriya Komarê re.
 
Di îdianameya hat amadekirin de der barê 700 kesî de qedexeya siyasî tê xwestin.
 
Endama PM'a HDP'ê Ayfer Demîrel jî yek ji kesên ku der barê wê de qedexe tê xwestinê ye. Ayferê got di hilbijartinên herêmê de riya sêyemîn a partiya wan desthilatdarî hêrs kiriye û di îdianameyê de cih dane daxuyaniyên çapemeniyê yên jinan.
 
‘Di rêya sêyem de yek deng’
 
Ayferê destnîşan kir ku partiya wan ji ber têkoşîna maf û demorkasiyê dide doz lê tên vekirin û got: “HDP her diçe xurtir dibe. Bi dozên tên vekirin di esasê de darbeyê li azadiya fikr û ramanê ya 82 mîlyon kesî dixin. Me di hilbijartinên herêmî de mîsyona HDP’ê dît. Me hêza xwe li bajarên mezin nîşan da. Rêya sêyem ya em dibêjin jî ev e. Li dijî darbeyên desthilatdariyê divê di rêya sêyem de yek dengî hebe.”
 
‘Divê di rêya sêyem de yekitî hebe’
 
Ayferê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilatdarî her gotina li hember xwe wek darbe dinirxîne. Berovajî vê dethilatdarî bi qeyûman, bi xistina parlamenteriyan û feshkirina peymanan darbeyê pêk tîne. Desthilatdariya di hilbijartinên herêmî de hêza HDP’ê dît, hedef kir ku HDP’ê bigire. Lê gel di Newrozê de di 8’ê Adarê de bersiva vê da. Got ‘HDP îradeya min e, partiya ku hêza min dike yek e’.Gel xwedî li HDP’ê derdikeve. Ev nayê wateya ku êrîş naqedin. Li gorî xwe difikire û biêjer ez ji ku lê bixim.”
 
‘Jin wê dest ji peymanê bernedin’
 
Ayferê bi lêv kir ku piranî kesên di îdianameyê de navê wan derbas dibe û qedexe jê re tê xwestin jin in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev jî nîşan dide ku têkoşîna jinan hedef tê girtin. Desthilatdarî demek dirêje Peymana Stenbolê hedef digire. Herî dawî bi biryara serokomariyê hat feshkirin. Lê jin dest ji peymanê bernadin. Her kes dizane ku wê zêdetir jin bên kuştin, şîdet, tacîz û tecawiz zêde bibe. Em dibêjin kuştinên jinan polîtîke, sedem jî ev e. Daxuyaniyên jinan yên ‘bila jin neyên qetilkirin’ di îdianameyê de cih digirin. Hewl didin xebatên siyasî terorîze bikin.”
 
‘Qedexeya siyasî nikare bibe asteng’
 
Ayferê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku partiya wan maf û azadiyan diparêze û ji br vê jî têkoşîn nikare bê tunekirin û wiha dawî lê anî: “Em di qada siyasî an jî meclîsê de cih negirin jî em ê di qada civakê de cih bigirin. Qedexeya siyasî be jî ez têkoşîna xwe dimeşînin. Em platformên jinan, pêkhateyên jinan ji xwe hevpar têkoşîna xwe dimeşînin.Ji ber têkoşîna me dibînin dixwazin dozan vebikin. Sedema dozvekirina li 400 jinî jî ev e.”