Xezal Reşo: Berxwedana êzidiyan dê bidome

  • 09:01 13 Nîsan 2021
  • Rojane
 
Sîtî Roz
 
ŞENGAL - Hevseroka MXDŞ'ê Xezal Reşo diyar kir ku êzidî dê bi her awayî li dijî biryarên ku derbarê wan de hatî dayîn derkevin û got : "Çend dewlet, nas û dost hebin jî dema hêza mirovan a parastin û rêxistinbûnê tunebin nikarin ser axa xwe azad bijîn, dê bi komkujiyan re rûbirû bimînin. Ji ber vê jî têkane rêya me ya li dijî fermanan berxwedan e." 
 
Êzidî piştî ji fermanê rizgar bû di nava civaka xwe de rêxistinbûnê esas girt. Ji bo parastina axa xwe Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ava kir. Jin, ciwan û her beşên civakê bi her awayî xwe bi rêxistin kir. Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) jî ji hemû sazî û rêxistinan re bû sîwanek. Êzidî dixwazin vîna wan ji aliyê rêveberiya Iraqê ve bi fermî were naskirin. Lê li dijî vîna êzidiyan di 9'ê Cotmeha 2020'an  de di navbera Hewlêr û Bexdayê de hevpeymanek hat îmzekirin. 
 
Li dijî nasnekirina vîna êzidiyan ji 9'ê Cotmehê heta îro êzidî di nava tevgerê de ne û bi her awayî helwesta xwe ya li dijî peymanê tînin ziman. Herî dawiyê hikûmeta Iraqê xwest ku heta 1’ê nîsanê hemû hêzên parastina Êzidxanê ji herêmê derkevin. Li ser vê yekê MXDŞ, di 25’ê adarê de li gel nûnerên hêzên parastina Êzîdxanê, Partiya Azadiya Demokratîk a Êzidiyan (PADÊ), Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), saziyên sivîl, rûspî û oldaran re civiya. Di encama civînê de biryara berxwedanê dan. Derbarê geşedanên siyasî de hevseroka MXDŞ'ê Xezal Reşo ji ajansa me re axivî 
 
'Di nava civakê de rêxistinbûn pêş ket'
 
Xezal, di axaftina xwe de bal kişand ser bandora rêxistinbûnê û got: "Wek hûn zanîn di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de êzidî û jinên êzidî bi êşên gelek giran re rûbirû man, bi taybetî jî jin. Heke weke niha em bi rexistinkirîbana fermanên bi vî rengî nedihatin serê me. Çend dewlet hebin, nas û dost hebin jî dema hêza mirovan ya parastin û rêxistinbûnê tunebin nikarin ser axa xwe azad bijîn, dê bi komkujiyan re rûbirû bimînin. Li ser vê esasî di serî de jinên êzidî û civaka êzidî xwe bi rexistin kir. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Meclîsên Gel hatin avakirin. Di her beşên civakê de rêxistinbûyîn hat pêşxistin. Bi vî rengî pergala Rêveberiya Xweser jî hat pêşxistin. Me hêzên xwe yên YBŞ-YJŞ û Asayişa Êzidxanê ava kir. Me her ku rastiya dijmin nas kir, me bêtir xwe bi rêxistin kir. Ew hêza ku derketî holê û saziyên ku hatin avakirin di encama fikr û felsefeya Reber Apo ye."
 
'Pergal vîna gel derxist holê'
 
Xezal, da zanîn ku ji roja fermanê heta îro gelek bedelen giran hatin dayîn û vînek derket holê û wiha mijar şîrove kir: "Asta ku em hatine ne kem e û hêzêk daye avakirin ku em dikarin beranbere fermana bisekînin. Pergala hatî avakirin vîna gel derxistiye hole. Pewiste vîna ku derketiye holê bêtir bê bi hêzkirin. Ji bo ku bi karibe beranberî fermanê bisekine. Tifaq û peymana ku di 9'ê Cotmeha 2020’an de pêk hatî li dijî êzidiyan e. Li dijî peymana 9’ê Cotmehê heta îro civaka me li ser piyan e û bertekên xwe nîşan didin. Bi hêzek mezin helwest hatin nîşandan û peyman nehat pratîzekirin." 
 
'Em peymanê nasnakin'
 
Xezal, destnîşan kir ku biryargirtina derbarê Şengalê de bi tu awayî nayê qebûlkirin û wiha axivî: "Baweriya civakê ji vê pergalê heye. Êdî civak vîna xwe nas dike. Tifaqa ku hatî avakirin dê li hemberî vîna civaka êzidî bi ser nekeve. Tifaq li hemberî berxwedana civakê paşve gav avêtin. Niha Hikûmeta Kazimî di nava tengasiyeke mezin de ye. Ew tifaq berî ku bibe tifaq vala derket. Beriya fermanê hêzên peşmergeyan li Şengalê bû û bi fermanê re êzidî di nava lepên çetên DAÎŞ’ê de hiştin û reviyan. Niha jî hatine derbarê Şengalê de biryaran digirin. Lê civaka êzidî li dijî biryarên ku hatîn girtin gotin 'Heke vîna me neyê naskirin em jî vê peymanê nasnakin'."
 
'Li hemberî neteweya kurd êriş pêk tên' 
 
Xezal Reşo diyar kir ku xwedîderketina li Şengalê yên Kurdistaniyan girîng e û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Di fermana sala 2014'an de rola Tirkiyeyê jî hebû. Di nava çeteyên DAÎŞ’ê de leşkerên tirk jî hebûn û niha dîsa bi heman ferasetê dixwazin fermanek din pêk bînin. Ev şer şerê li hemberî hebûna kurdan pêk tê. Li hemberî netewa kurd şer dikin. Tirkiye û Iraq bi planên xwe yên qirêj bi ser Şengalê ve diçe. Lê divê baş bê zanîn ku êzidî ne wek berê ye. Helwesta gel a ku li dijî peymanê û êrişên li hemberî Şengalê hatî nîşandan pîroz in. Helwesta tevahiya parçeyên Kurdistanê û gelê me yên Ewropayê girîng bû. Çalakiyên ku pêk hatin bû dengê civaka êzidî. Ev tişt moral da civaka êzidî. 
 
'Berxwedana me dê bidome'
 
Hevseroka MXDŞ'ê Xezal Reşo di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser hevtîdina ku bi Iraqê re û got: "Me ji hikûmeta Iraqê re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de ji me re gotin kesên ku Şengal û Iraqê dibarêzin hûn in. Piştî hevdîtinê berevajî gotinên xwe tevgeriyan û ji me re gotin 'Hûnê heta mehekî dev ji parastina çiyayê Şengalê berdin û çekên xwe yên giran jî ji me re bihêlin. Heke hûn bixwazin hûn dikarin çekên xwe bifroşîn me.' Li hemberî vê bertekên êzidiyan tund bû. Li dijî vê Meclîsa Xweser a Şengalê civînek awarte pêk anî û biryara tevahiya êzidiyan anîn ziman. Di civînê de biryara berxwedanê hat dayîn."