ROJEVA 13'YÊ NÎSANÊ

  • 09:00 13 Nîsan 2021
  • Rojev
 
*Navenda Çandê ya Mezopotamyayê sezona biharê ya qursên hunerê vekir. Mamosteya muzîkê Sema Ozal Asî ya di derbarê qursan de agahî parve kir bang li zarok, ciwan û herkesî kir ku serlêdana qursan bikin. DÎMEN HEYE
 
*Jinên li taxa Sîweqa ya Sêrtê ji bo ku debara xwe bikin ji fabrîkeyê guzan tînin, dişkînin û bi pereyekî kêm careke din li fabreyê vedigirînin. Jinên ku torbeyeke guz bi 9 TL dişkînin diyar kirin ku kar zamet e lê heqdest erzan e. DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka MXDŞ'ê Xezal Reşo diyar kir ku êzidî dê bi her awayî li dijî biryarên ku derbarê wan de hatî dayîn derkevin û got : "Çend dewlet, nas û dost hebin jî dema hêza mirovan a parastin û rêxistinbûnê tunebin nikarin ser axa xwe azad bijîn, dê bi komkujiyan re rûbirû bimînin. Ji ber vê jî têkane rêya me ya li dijî fermanan berxwedan e."
 
*Endama PM'a HDP'ê  Ayfer Demîrel diyar kir ku di îdianameya ji bo girtina HDP’ê hatiye amadekirin de ji bo gelek siyasiyan qedexeya siyasetê tê xwestin û piranî jê jinin. Ayferê daxuyakirin ku ev nîşaneya hedefgirtina têkoşîna jina ye. DÎMEN HEYE
 
*Welatiyên li Mamakê dijîn li dijî xizanî û krîza aborî ya bi pandemiyê re girantir bûye, axivîn û gotin: “Qesra min tune ye, avahiyên me tune ne. Baş xerab, nîv birçî nîv têr em debara xwe dikin.” DÎMEN HEYE
 
* 4 Welatiyên Îranê, bi hinceta piştgirî dane Peymana Stenbolê û tevlî çalakiyên piştgiriyê bûne, bi dersînorkirinê re hatin rû hev. Berdevka Komîsyona Penaberan a HDP’ê Gulsum Agaoglu da zanîn ku ewlehiya canê penaberên Îranê tune, di rewşa bên şandin de ev cînayete û got wê şopdarê mijarê bin. BI DÎMEN