Cenazeyê Zeynep Dayan hat veşartin

  • 08:47 13 Nîsan 2021
  • Rojane
 
SÊRT - Zeynep Dayan ku li Bestayê di şere de jiyana xwe ji dest dabû, li Sêrtê hat veşartin. 
 
Zeynep Dayan (Rojda) ya PKK'yî ku li Herêma Besta ya Şirnexê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, li Sêrtê hat veşartin. Malbata Dayan serî li Dozgeriya Komarê ya Şirnexê da û piştî serlêdanê çû Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û cenazeyê Zeynep Dayan teşhîs kir. Piştî teşhîskirinê cenaze wergirt û li Goristana Şêx Mûsa veşart. Di dema veşartina cenaze de tenê destûra 4 kesan hat dayîn. 
 
Malbatê beriya definkirinê ji Şaredariya Sêrtê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, ji bo kolandina gorê kemçe xwestibû lê belê şaredariyê kemçe nedabû û polîsan jî ji bo kolandina gorê tenê destûra du kesan dabû.