Jinan bi dirûşma 'Ji xizaniya jinê re na' hatin gel hev

  • 18:24 12 Nîsan 2021
  • Rojane
AMED - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran di çarçoveya kampanaya “Ji bo jinan edalet” a beşa wê ya duyem “Ji xizaniya jinan re na” bi nûnerên rêxistinên sîvîl re civiyan. Ayşe di civînê de axivî  got: “Xizaniya jinê yek ji rojeveke sereke ye. Lê em baş dizanin ku ev tundiya aborî ya li ser jinê encama polîtîkayên AKP-MHP’ê ye.”
 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 10’ê Sibatê de kampanya "Ji bo jinan edelet" dan destpêkirin û bi dirûşma "Ji xizaniya jinan re na" beşa duyem ê kampanyayê aşkera kirin. Di çarçoveya kampanyayê de Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran li oteleke li  Amedê bi nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl re civiya. Di eywanê de pankarta “Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin”, “ Peymana Stenbolê dide jiyîn” , “ Em xizaniya jinan qebûl nakin” û “ Ji xizaniya jinan re na” hat daliqandin.  Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Semra Guzel, Dêrsîm Dag û Remziye Tosun tevlî civîne bûn. Her wiha endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên Partiya Heremên Demokratîk(DBP) û gelek jin beşdarî civînê bûn.
 
‘Tundiya aborî encama polîtîkayên AKP-MHP’ê ye’
 
Ayşeyê diyar kir ku tifaqa AKP-MHP’ê hewil dide ku jinan ji hemû qadên civakî dûr bixe û got: “Divê em zêdetir li ser van mijaran niqaşan bikin. Ji ber ku ji destpêka sala 2021’an heya niha 91 jin ji aliyê mêran ve hatiye qetîlkirin. 29 jin bi destdirêjiyê re rûbirû ma, 41 zarok bi êrişa zayendî re rûbirû man.  Lê belê ev dane tenê yên ku ketine îstatîskan. Di rastiyê de hejmara bûyeran gelek zêde ye. Ji van cûreyên tundiyê ku di demên dawîn de herî zêde xwe dide der jî  tundiya aboriyê ye. Ango xizaniya jinê yek ji rojeveke sereke ye. Lê em baş dizanin ku ev tundiya aborî ya li ser jinê encama polîtîkayên AKP-MHP’ê ye.”
 
‘Jin bi dabeşiya karên zayendperest ve rûbirû dimînin’
 
Ayşeyê destnîşan kir ku jin bi dabeşiya karên zayendperest ve rûbirû dimînin û çarçoveyek tengav li ser xebata jinê tê xêz kirin. Ayşeyê axaftina xwe re wiha berdewam kir: “Her wiha jinên ku kedkarên malê ne rastî kedxwariyek mezin tên. Jinên ku bi zilaman re heman karê dikin mûçeyên wekhev nagirin. Lê ev kedxwariya li ser xebata jinê bi destpêka pandemiyê re derket asta herî jor. Di pêvajoya pandemiyê de ji kar derxistin hatibû qedexekirin lê di bin navê KOD-29 de gelek jin, di encama pêkanînên zayendî de ji kar hatin dexistin. Her wiha jinên ku li malê keda wan tune tê hesibandin, di encam bêkarî û feqiriyê de bi tundiya mêran re rûbirû man.”
 
‘Em ê bi jinan re rêyên çareseriyê bibînin’
 
Ayşeyê dawiya axaftina xwe wiha got: “Jin ji aliyekî li dijî xizaniyê û ji aliyek jî bi tundiya mêr re rûbirû dimînin. Dema jin ji bo mafê xwe xwest li kolanan têbikoşe vê carê jî bi zexta dewletê re rûbirû dimîne. Ji ber vê yekê kampanyaya ku bi navê 'Ji bo jinan edalet' me dabû destpê kirin niha beşa  wê ya duyemîn em dimeşînin. Em  dixwazin balê bikişînin li ser xizaniya jinê. Em dixwazin bi jinan re li ser vê mijarê nîqaş bikin û rêyên çareseriyê bigerin.”
 
Piştî axaftina Ayşeyê civîn ji çapemeniyê re girtî hat berdewam kirin.