Li Mexmûrê 116 roj in greva birçîbûnê didome

  • 15:52 12 Nîsan 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar li saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin 116 roj in didome. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin berdewam dike. Ji bo tevlîbûna pêvajoyê li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclisa Îştar li saziya Malbatên Şehîdan çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Bi koma 58'emîn ve çalakî 116 roj in didome.