Jina bi gûman jiyana xwe ji dest da hate veşartin

  • 15:38 12 Nîsan 2021
  • Rojane
SÊRT - Cenazeyê Saynûr Suyuncu ya bi awayekî bi gûman şewitî hatibû dîtin û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da hat veşartin.
 
Saynûr Suyuncu (27) ya li Gundê Kelhok ê girêdayî bajarokê Ziyaretê ya navçeya Hawêla Sêrtê di 10’ê nîsanê de bi awayekî bi gûman şewitandî hatibû dîtin. Saynûr a giran birîndar bûbû rakiribûn Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê. Saynûr duh bi şev li beşa şewatê ya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Xizmên Saynûrê duh bi şev cenazeyê wê ji nexweşxaneyê wergirtin û birin Sêrtê.
 
Cenazeyê Saynûrê di çarçoveya bergiriyên vîrusa koronayê de bi tevlibûna 10 kesan li Goristana Zeviyê ya navenda Sêrtê hat veşartin. Balkêş bû ku hevjînê Saynûrê û malbata wî tevli merasîma cenaze nebûn.
 
Hat îdiakirin ku Saynûr ji ber tundiya lê hatiye kirin xwestiye dawiyê li jiyana xwe bîne. Lêpirsîna derbarê bûyerê de hatiye destpêkirin didome.