'Daxwazên girtiyan pêk bînin'

  • 14:22 12 Nîsan 2021
  • Rojane
ŞIRNEX - Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê  têkîldarî grevên birçîbûnê daxuyanî da û got:"Daxwazên girtiyan pêk bînin." 
 
Li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di roja 138'an de didome. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Hezexê  têkîldarî grevên li ber avahiya xwe daxuyanî da. Rêxistinên HDP'ê yên navend û navçe, aktîvîstên TJA'yê û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta " Bila daxwazên girtiyan bên qebûl kirin, ne mirin, jiyan" hat vekirin. 
 
Daxuyanî ji hêla Hevserokê  Hezexê Yasîn Oztaş ve di bin dorpêça polîsan de hat xwendin. Yasîn, anî ziman ku hikûmeta AKP'ê li Tirkiyeyê tecrît veguherandiye pergaleke nû û got:" Yek ji van rêbazên zext û şîdet û  sûcê tecrîdê ye. Tecrîd îşkence ye û sûc e. .AKP bi pêkanîna tecrîtê qedexekirina îşkenceyê binpê kiriye û bi awayeke sîstematîk suc kiriye. Ev ji hêla CPT'ê ve jî ve hatiye belgekirin. Lê tevî van belgeyan hikûmeta AKP'ê di tecrîdkirinê de israr dike. Em dizanin ku vê rêbazê bi xwe re talan, şer û mêtingerî aniye." 
 
'Daxwazên wan pêk bînin' 
 
Yasîn,  bang li hikûmetê kir ku tecrîdê bi dawî bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Me wekî HDP'ê bi dehan caran anî ziman. Lê hikûmetê ji bo rakirina tecrîdê tu gavên girîng neavêtin.  Ji her neyiniyeke ku rû bide berpirsiyar hikûmet û Wezîrê Edaletê ye.  Em li vir bang li hikûmetê dikin ku girtîyên siyasî ji bo demokratîkbûna welat û çareserkirina pirsgirîka kurd tedikoşin û daxwazên wan jî ev in. Ji ber wê divê daxwazên wan pêk bên. Xwedî derketina li girtîyên siyasî berpirsyariyeke exleqî û wijdanî ye. "  
 
Piştî daxuyaniyê HDP'yiyan xwestin ku çalakiya rûniştine pêk bînin, lê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Lê tevî hemû astengiyan HDP'yî rûniştin. Çalakî bi dirûşmên " Bijî berxwedana zindan" bi dawî bû.