Starta 'Ji Xizaniya Jinê re Na' li Îzmîrê hat dayin

  • 13:51 12 Nîsan 2021
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Meclîsa Jinê ya HDP'ê starta kampanaya  'Ji Xizaniya Jinê re Na' ya beşa Egeyê li Îzmîrê da.  Di çarçoveya kampanyayê de ew ê bi bernameyên cuda bi jinan re hevdîtin pêk werin. 
 
Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) starta kampanaya  'Ji Xizaniya Jinê re Na' ya beşa duyem a kampanyaya "Ji bo jinê edalet' ya beşa Egeyê li Îzmîrê da. Parlamentera HDP'ê Serpîl Kemalbay beşdarî civîna li Avahiya HDP'ê ya Îzmîrê pêk hat bû. Di civîna çapemeniyê de bernameya Egeyê hat parvekirin. 
 
Hevseroka HDP'ê ya Îzmîrê Besriye Tekgur da zanîn îktira tehemul nake ku jinê li qadên jiyanê bibîne û got jin li her derê bi cihêkariyê rû bi rû dimînin û bi pandemiyê re dixwazin di nava çar dîwaran de bê asêkirin lê li dijî vê em ê bi hev re têbikoşin.  
 
Parlamentera HDP'ê Serpîl Kemalbay jî da zanîn di pêvajoya pandemiyê de jin herî zêde bi bandor bû û got bi kampanyayê ew ê dengê jinan bilind bikin. 
 
Ew ê Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Parlamenterên HDP'ê Serpîl Kemalbay, Zuleyha Gulum, Berpirsiyara ji Komisyona Kedê Cîgira Hevserokatiya Giştî Şaziye Kose, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun, Endamên Koordinasyona Jinê Feray Mertoglu, Semiha Şahin, Berna Çelik, Medya Yuksel û Endama PMa HDP'ê Ayfer Demirel beşdarî bernameyên di çarçoveya kampanyayê de bibin.