1’ê Gulanê wê li Gebzeyê di 30'yê nîsanê de were pîrozkirin

  • 13:29 12 Nîsan 2021
  • Rojane
STENBOL - Yekîtiya Sendîkavanên Gebzeyê ji ber nexweşiya koronayê biryar dar ku, 1’ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê di 30'yê nîsanê de pîroz bikin.
 
Yekîtiya Sendîkavanên Gebzeyê ji ber nexweşiya Kovid-19’ê, qedexeya hefteya dawiyê biryar da ku 1’ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê   di 30’yê nîsanê de pîroz bikin.
 
Yekîtiya Sendîkavanan derbarê mijarê de agahî dan û gotin ku 1'ê Gulanê dikeve roja şemîyê û ji ber vê yekê biryar dane ku di 30'yê nîsanê de roja îniyê wê mitîngê li dar bixin. Yekîtiya Sendîkavanan  wê serlêdana qanûnî bikin û heta dawiya mehê li kargeh û bajêr dê belavokan belav bikin.