Emîne Şenyaşar 35 roj in di nobeta edaletê de ye

  • 12:15 12 Nîsan 2021
  • Rojane
RIHA - Emîne û kurê wê Ferît Şenyaşar 35 roj in çalakiya xwe ya nobetê ya li ber Edliyeya Rihayê bi daxwaza edaletê dewam dikin.
 
Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurê xwe di êrişa parêzvan û xizmên Parlamenterê Rihayê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi nobeta “Edaletê” kirin. Çalakiya dayik û kurê wê ya  bi daxwaza “Edaletê” di roja 35’emîn de dewam kir.
 
Emîneyê duh ji ber tenduristiya xwe tevlî nobetê nebûbû lê îro hat ber deriyê Edliyeya Rihayê û tevlî nobetê bû.  
 
Ji aliyekî malbatê li sêr malpera medyaya civakî bangewazî kir û wiha got: “Nobeta me ya edaletê 35 roj in li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike. Em îro bang li Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatê û Zehra Xanim dikin. Dayikek 35 roj in li ber deriyê Edliyeya Rihayê li benda edaletê yê. Bila ji bo ve dayikê peyvekê bi kar bine.”