Jina birîndar jiyana xwe ji dest da
- 10:55 12 Nîsan 2021
- Rojane
SÊRT - Li Hawêlê Saynur Suyuncu a ku bi bi awayê bi gûman şewitî hate dîtin li nexweşxaneya lê dima jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Hawêlê ya Sêrtê li gundê Kelhokê dayika 4 zarokan Saynur Suyuncu (27), di 10'ê nîsanê de şewitî hate dîtin. Saynur a ku li Nexweşxaneya Dîlce li beşa şewatê dihat tedawîkirin duh êvarê jiyana xwe ji dest da.
Herwiha li aliyekî jî hat ragihandin ku Saynurê li mala lê dima tundî didît û xestiye jiyana dawî li jiyana xwe bîne.
Derbarê mijarê de lêpirsîn hat destpêkirin.