3 jinên hatibûn binçavkirin hatin girtin

  • 10:37 12 Nîsan 2021
  • Rojane
AMED - Jinên di 5’ê nîsanê de bi operasyona sîyasî li Amedê hatibûn binçavkirin bi idiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.
 
Polîsan li Amedê di serdegirtinên malan ên 5’ê nîsanê de 26 jin binçav kiribûn. Ji van jinan Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zelal Bîlgîn, endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Bahar Karakaş Ûlûg û Rabîa Tekas duh piştî karê îfadeyan ên Miduriyeta Polîsan a Amedê sewqî edliyeyê hatin kirin. Dadgehê Zelal, Bahar û Rabîa bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” girtin û şandin Girtîgeha Jinan a Amedê.
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi rê ve dibir de, di 5’ê nîsanê de derbarê 33 jinên nûnerên rêxistinên jinan û partiyên siyasî di nav de biryara binçavkirinê derxistibû û di serdegirtinên malan de 26 jin hatibûn binçavkirin. Ji jinên ku bi awayê komî sewqî dadgehê hatin kirin Hevşaredara Çinarê Necla Tamrîş, Hevseroka DBP’ê ya Amedê Seval Gulmez, Endama Akademiya Jinan a Amedê Fîgen Aras, Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Meclîsên Jinan a Sosyalîst (SKM) Satiye Ok, Leyla Akgul, Ayşen Kanûş, Nûrşen Akbal û Şehrîban Zûgûrlî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin û hefsa malê dabûn Dayika Aştiyê Nezahat Teke. Nûçegihana Jinnewsê Berîtan Canozer jî, di nav de14 jin bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.