Cezayê hucreyê li jinên li Girtîgeha Alanyayê hat birîn

  • 09:51 12 Nîsan 2021
  • Rojane
 
ANTALYA - Ji bo jinên li Girtîgeha Alanyayê  ya Tîpa L'yê ji ber sedema ku ketine greva birçîbûnê cezayê hucreyê hate dayin.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. 4 jinên li girtîgeha Alanyayê ya Tîpa L’yê de dimînin ji ber sedema ku dest bi çalakiya gireva birçîbûnê  kirine 11 roj cezayê hucreyê hate dayîn.
 
Li gor agahiyên xizmên girtiyan dan girtiyan ji bo cezayên berê hatine dayin îtiraz kirine lê belê Dozgertiya Girtîgehê îtiraz red kiriye. Malbata gotin ku cezayê hucreyê yê 2 girtiyên jin xilas bûye. Du girtiyên din jî ew ê hefteyeke din cezayê wan ên hucreyê bidin.