Ji EŞÎK'ê kampanyaya nû

  • 09:04 12 Nîsan 2021
  • Rojane
 
Dîlan Babat
 
ENQERE - Berrîn Sonmez diyar kir ku wê kampanya bi navê ‘meclîs bila bê peywira xwe, em temaşe dikin’ ya EŞÎK’ê, gihiştiye astek din û got: “Em ê hemû tiştên her parlamenterekî ku der barê mafên jinan de dikin erênî û neyînî derxin holê û bi raya giştî re parve bikin.”
 
Piştî feshkirina Peymana Stenbolê li gelek bajaran jinan çalakî pêk anîn û rê û rêbazên li dijî biryara vekişînê nîqaş kirin. Platforma Jinan a ji bo Wekheviyê (EŞÎK) di 22’yê Çileyê de li dijî şîdet û kuştinên jinan kampanya da destpêkirin û niha jî dest bi xebatên kampanyaya nû kirin.
 
Femînîst aktîvîst Berrîn Sonmez a di EŞÎK'ê de cih digire der barê fehskirina peymanê û kampanyaya nû de nirxandin kir.
 
‘Daxuyaniyek fermî tune ye’
 
Berrînê wiha got: “Ji peymanê vekişîn li dijî hiqûqê yê. Di 2011’an de peyman bi yek dengî hat qebûlkirin û tenê kesekî bi dilsarî deng bi kar anî. Peymaneke bi yekdengî hatiye erêkirin bi gotina kesekî nikare bê feshkirin. Hat gotin ku Tirkiye bi yekalî peyman fehs kiriye. Lê ne serokomar ne jî wezareta ragihandinê daxuyaniyek fermî neda. Nîqaşên der barê vekişîna peymanê de ewil di civîna AKP MYK’ê de hatiye rojevê. Di tîrmeha 2020’an de di civînê de Numan Kurtulmuş anî ziman. Di dîroka hat îlankirin de dema MYK  kom bû biryar nehat dayîn. Biryar ji civîna din re hat hiştin. Ew civîn hat taloqkirin. Di meha tebaxê de serokomar got ‘Li gorî min divê nokteyek di vê mijarê de bê cihdanîn’. Piştî vê me fêm kir ku dixwazin ji peymanê vekişin.”
 
‘Ev jî nîşan dide ku bi giştî ji demokrasiyê dûr dikevin’
 
Berrînê bi lêv kir ku ji 2016’an heta niha di komîsyona destberdanê de, mijarên weke nefeqe, navbeynkarî û efûkirina gumanbarên îstîsmara zarokan, bal dikişandin û wiha pê de çû: “Ji bo di malbatê de serdestiya mêr ava bikin ji peymanê vekişiyan. Ev wê bi peymanê jî sînordar nemîne. Ger dixwazin ev peyman bê kişandin bînîn meclîsê. Bila ew parlamenter li ber çavên me dengdayînê bikin. Lê parlamento ji derveyê vê dihêlin û ev jî nîşan dide ku çawa ji fikra wekheviya jin û mêr dûr dikevin. Ev nîşan dide ku bi giştî ji demokrasiyê dûr dikevin.”
 
‘Erdogan wek Trump tev digere’
 
Berrînê bal kişand ser gotinên serokomar Tayyîp Erdogan ên weke ‘Em çawa ketin wê wisa jî vekişin’ û destnîşan kir ku Erdogan bi giştî wek Donald Trump tev digere û got Trump jî di şevekê de ji peymana demsalî vekişiyabû, ev jî di şevekê de ji Peymana Stnebolê vedikişe.
 
Berrînê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Piştî ku li dijî fehskirinê bertek hatin nîşandan AKP’ê nîqaşên Peymana Enqereyê derxist holê. Di naveroka Peymana Enqereyê de li ser du îhtîmalan tê sekinandin. Yek ji welatên ku Peymana Stenbolê îmze nekiribû Rûsya bû. Lê Rûsya ji 2017’an heta niha der barê ‘mafê malbatê de’ rêziknameyekê di destên xwe de digire. Rûsya hewl dide vê bi Polonya, Macarîstan û Hirvatîstanê bide îmzekirin. Ya yek dibe ku wek Rûsyayê rêziknameyekê amade bikin.Ya duyem jî li Kahîreyê teşkîlata mafê jinan a îslamî hat avakirin. Danezanek vê hebû. Dibe ku li gor vê danezanê di navbera welatên îslamî de li hember şîdeta li ser jnê peymanek an jî amadekariya peymanekê bê kirin.”
 
‘Bingeha vê amade kirine’
 
Berrînê destnîşan kir ku biryara vekişîna ji peymanên li dijî qanûna hejmar 6284 jî û got ev biryar bûye sedem ku gumanbar ji parêzerên xwe pirsa weke ‘peyman hat kişandin em niha dikarin derkevin?’ dipirse û wiha berdewam kir: “Piştî biryarê em ji parêzeran fêr bûn ku jinên ji bo parastinê daxwaz kirine rastî gotinên weke ‘biçin dozger an jî dadgeha malbatî’hatine. Di mehên dawî de biryara parastinê ya 6 mehan nedihat dayîn. Herî zêde 3 mehan dihat dayîn. Yanî hêdî hêdî bingeha vê amade kirine. Jin wê niha nikarin biçin qerekolên gundê xwe taxên xwe. Neçar dimînin biçin edliye an jî dozgeriyê. Ev jî tê wateya ku ji jinan re dibêjin serlêdana şîdetê nekin.”
 
‘Parastina parlamentoyê peywira muxalefetê ye’
 
Berrînê di dawiya axaftina xwe de got di çarçoveya kampanyaya ku EŞÎK’ê daye destpêkirin de kampanya ‘meclîs bila bê peywira xwe, em temaşe dikin’ didome û got Rapora Şopandina Meclîsê her meh diweşînin û got: “Dema em banga peywirê li meclîsê dikin em dibêjin ku em dest ji demokrasî û parlamentoyê bernadin. Parastina parlamentoyê peywira muxalefetê ye. Me kampanyaya ‘Meclîs bila bê peywirê, em temaşe dikin’ gihiştiye astek din. Xebatên me didomin û vê carê jî em ê parlamenteran yek bi yek bişopînin. Wê çavên me li ser wan be. Em ê hemû tiştên her parlamenterekî ku der barê mafên jinan de dikin erênî û neyînî wê derxin holê û bi rayagiştî re parve bikin.”